• Tuesday, 11 March 2025
logo

Ji îro ve civînên Dem Partiyê li ser peyama Ocalan tên destpêkirin

Gulan Media March 10, 2025 Nûçe
Ji îro ve civînên Dem Partiyê li ser peyama Ocalan tên destpêkirin

Şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) ji bo danûstandinên li ser peyama Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan careke din bi aliyên siyasî yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê re dicive.

Şanda Dem Partiyê, ku ji Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan ê hevserokê wê partiyê pêk hatiye, seet 10:00 ê sibeha îro (Duşem, 10.03.2025) bi Partiya Zehmetkêşan re dicive, paştir seet 13:00 serdana bingeha Partiya Gel a Komarî (CHP) jî dike.

Civîn dê berdewam bin û biryar e şanda Dem Partiyê seet 11:00 ê berî nîvroya roja Çarşemê (12.03.2025) bi Partiya Paleyên Tirkiyeyê (TIP) re li Perlemanê bicive.

Herwesa şanda navbirî li roja 17ê vê mehê serdana bingeha giştî ya Partiya Tevgera Neteweyî (MHP) dike û bi Devlet Bahçeli ê serokê wê partiyê re dicive.

Peywendiya tilefonî ya Bahçeli û Demîrtaş

Nivîsera Malpera Haber Turkê Nagehan Alçî li roja Yekşemê (02.03.2025) ragehandibû, “Serokê Partiya Tevgera Neteweyî (MHP) Devlet Bahçeli bi rêya tilefonê peywendî bi Hevserokê HDPê yê berê Selahedîn Demîrtaş re kiriye.”

Li dû zanyarên wê nivîserê, di wê peywendiya tilefonî de Bahçeli spasiya Demîrtaş kiriye, ji ber piştevaniya wî ji bo qonaxa aştiyê.

Piştî peyama Ocalan û peyama Bahçeli, Demîrtaş daxwaza jiyekê dirêj ji bo Bahçeli û Erdogan û Ocalan kiribû.

Pêştir jî Şanda Dem Partiyê, ku ji Sureya Onder, Perwîn Buldan û Ahmet Turk pêk hatibû, li roja 02.01.2025ê li Enqereyê serdana Devlet Bahçeli kiribû.

Peyama Ocalaln ji bo hilweşandina PKKê

Şanda Îmraliyê li roja Pêncşemê, 27.02.2025ê, piştî civîna xwe ya bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan re, di konferanseke rojnamevanî de peyama Ocelana bi her du zimanên Kurdî û Tirkî xwand.

Serokê Şarezadariya Mezin a Wanê yê jikarderxistî Ahmet Turk peyama Ocalan xwand ku tê de hatiye, “PKK di demekê de hatibû damezrandin ku rêya demokrasiyê hatibû girtin.” Herwesa gotiye, “Divê zimanê aştî û demokrasiyê bê pêşxistin.”

Di pareke din a peyama Ocalan de hatiye, “Divê PKK çekên xwe dane û xwe hilweşîne û kongireya xwe lidar bixe.”

Ocalan herwesa di wê peyama xwe de eşkere jî kir ku, berpirsyarîtiya vê biryarê bi stûyê xwe ve digire û gerentiya danûstandinên aştiyê dike.

 

K24

Top