• Tuesday, 11 March 2025
logo

Firaksiyona PDKê: Sibe xwendekarên zanîngeha Kerkûkê bi kincên Kurdî dewamê dikin

Gulan Media March 10, 2025 Nûçe
Firaksiyona PDKê: Sibe xwendekarên zanîngeha Kerkûkê bi kincên Kurdî dewamê dikin

Firaksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Civata Parêzgeha Kerkûkê radigehîne ku, zanîngeha Kerkûkê li ser daxwaza wan razî bûye ku xwendekarên Kurd sibe ku roja kincên Kurdî ye bi kincên Kurdî dewamê bikin.

Firkasiyona PDKê li Civata Parêzgeha Kerkûkê îro (Yekşem, 09.03.2025) amaje da ku, biryara zanîngeha Kerkûkê piştî serdana wan ji bo serokatiya wê zanîngehê hat dan.

Hejî gotinê ye ku, ev dê cara yekê be piştî rûdanên 16ê Cotmehê roja kincên Kurdî li Kerkûkê wekî çalakî û merasîm bi rê ve biçe.

Sibe (Duşem, 10.03.2025) roja kincên Kurdî ye, li tevaya bajar û bajarkên Kurdistanê xwendekar û mamosta û fermanber bi kincên Kurdî dewamê dikin.

 

K24

Top