Lord Maykil Wilyamz bo Gulan: Piştevaniya Hizbulah bo rejîma Esed metirsiyeke rasteqîne diruskiriye
Lord Maykil Wilyamz ta sala 2001ê nûnerê taybet ê sekreterê giştî Neteweyên Yekûyî (NY)ê bû û rêkxerê taybet ê Lubnanê bû, berî niha jî ta sala 2006ê rêkxerê taybet ê NY bo Rojhilatê Navîn bû, di nav Hikûmeta Berîtanya de, Lord Wilyamz şîretkarê taybet ê wezîrê derve yê Berîtanya bû di herdu wezaretên Cak Stro û Robîn Kok de, paş temambûna karê wî li NY û Hikûmeta Berrîtanê, ev mawê 2 salane yek ji lêkolerên herî diyar ê şîretgeha navdar Çatam Haws e ku taybetmende li ser Rojhilatê Navîn û piroseya Aştîparêzî a NY, bo axaftin li ser rewşa niha a Sûriyê, Gulan ev hevpeyvîne bi Lord Maykil Wilyamz re encam da û ev deqa wê ye.* Di gel nêzîkbûna lidarxistina konfransa Cinêv 2 ji bo çareserkrina kêşeya Sûriya û hewildan ji bo uavakirina hikûmeteke demkî daku xelkê Sûriyê biryara paşeroja xwe bidin, niha em dibînin ku netewe bûye qurbanî, pirsyar ew e gelo heta çiqasî civaka nêvdewletî amadeye Sûriyan ji ev qeyrana karesatî rizgar bike?
- Tiştê hûn dibêjin raste, ev qeyraneke metrsîdare û xelkê Sûriya baceke pir pir giran didin, îro min raporteke BBC derbarê bajaroka Qusêr bîst, ku cihê metrsiyê bû hejmareke zor ji xelkê hatine kuştin û birîndar kirin, piştrast em ber i konferansa Cinêvê diçin û omêda me ew e serketinek li wir çêbibe, lê ez dixwazim bêjim ku çetine em geşbîn di wî alî de, ez dibînim gereke civaka nêvdewletî çalaktir be, ji ber ku ev şer e ketiye sala sêyemîn û nabe xelkê Sûriya bitenê bêlin ku rûbirûyî vê serkotkariyê bibe ji aliyê rejîma Esed ve.
* Çûna sînator Con Makên bo nav axa Sûriya ku li jêr kontrola opozisyonê de ye, gaveke giringe ji aliyê îdara Emrîka ve, bi taybet ji ber ku ew bi xwe komariye û pir rexnê li îdara Obama digre û îdara Obamajî ragehand ku agehdarî wê seredanê bûn, anku weke seredaneke fermî bû, gelo ta çiqasî ev gave peyameke ji Emrîka bo Sûriyê?
- Bi boçûna min amajeyeke giring da, Makên yek ji giringtirîn siyasetmedarên Emrîka ye û piştrast ew berbijarê komariyan bû bo serokatiyê paş helbijartinên Emrîka, keseke pir rêz lê tê girtin li derveyî Emrîka û li ser astê nêvdewletî, ji ber vê ez dibînim seredana wî wê hinekî karîgeriya xwe hebe û wê guvaşeke zîdetir li îdara Obama bike daku pirtir çalak be di pirsa Sûriya de.
* Di demekê de li ser astê nêvdewletî hewil tê dan ku kêşeya Sûriyê bi aştiyane were çareserkirin, Hizbulah a Libnanê bûye beşek ji hêzên Sûriya û Şerê neteweya Sûriya dike û Hesen Nesrela serokê wê partiyê ragehand ku ew beşekin ji şer, gelo ta çiqasî eşdariya vê partiyê di şerî de rewşê xwînawî, aloztir û metrsîdar tir dike?
- Ev pirsyareke pir baş e ez dibînim destêwerdana Hizbulah gaveke cihê dilgiraniyeke zor e û ta asteke zor rewşê aloztir dike, bo maweyeê Hizbulahê rolekê perawêzî hebû li Sûriyê, belê heyama çend mehên burî pir çalaktir destê xwe kiriye nav Sûriyê bi taybet di şerê Qusêrê de, ku bi kêmî 2000 çekdarên xwe jê re terxan kiriye û hinek kes dibêjin ji wê jî zêdetire ev cihê nerihetiyeke zor e ji ber ku rewş ber bi şerekî herêmî ve here, ez vê dawyê li Libnanê bûm li Beyrotê û siyasetmedar pir dilgran bûn ji destêwerdana Hizbulahê di şerê Sûriyê de û ji wê ditirsîn ku Libnan jî were kişandin bo nav vî şerî û hinek boyer jî çêbûn, bi taybet li bajarê Terablus di navbera Şîe û Sineyan de, ez dibînim destêwerdana Hizbulahê cihê daxeke zor e û metirsiyeke mezine û dibe egerê ku şer zêdetir gerim bibe.
* Serokê Leşkerê Azad hoşdarî da Hikûmeta Libnanê ku heger çekdarên Hizbulahê ji Sûriyê venekişin wê demê ew ê şer bibin nava Libnanê, gelo ta çiqasî ev wek şerekî herêmayetî ye?
- Înşala ev yek rûnade, kes naxwaze ev şer e fereh bibe, lê ez dibînim niha ev metirsiye, metirsiyeke zor raste û şandina hejmarek zor a çekdaran ji aliyê Hizbulah ve bo Sûriyê reftareke zor îstfzaziye û renge hinek karvedan li Sûriyê li pê werin ji aliyê opozisyonê ve, herwiha li Libnanê jî ji ber ku çend çend part û girop li Libnanê hene, Mesîhî û Sunî û hin din pir pir nerihetin bi ew karê ku niha Hizbulah dike.
* Yekîtiya Ewrupa (YE) biryara rakirina dûrpêça çekan da ku ji 1 Hezêranê ve tê cêbecêkirin û Rûsiya jî bi vê biryarê ne xweşhale û moşeka S300 daye Esed, ev jî bûye sedema ku ev kêşe bibe kêşeyeke herêmî ji ber ku Îsraîl djî ev gava Rûsiya ye û turkiya jî peywendiyên aloz bi rejîma Esed re heye bi taybet paş teqînên bajarê Reyhane ku ji aliyê rejîma Esed ve hat encam dan, ta çiqasî metirsiya şerekî herêmî berfere tê kirin ku hemû alî têne kişandin bo nav wî şerî?
- Pirsyareke pir baş e, temaşeke tenê di mawê meha burî de ev şer e çiqas bi şêweyeke metirsîdar geşbûye, destpêkê hêrişkirina Îsraîlê bo ser armancên Hizbulah û Sûriya li derdora Dîmeşqê, paşê tqînên Reyhanî li Turkiya û ji nû ragehandina Hizbulah ku şer li Sûriya dike, ev hemî ber bi semteke metrsîdar de diçin, Rûsiya tekez li wê kiriye ku wê moşkên S300 bide Sûriyê û bêgoman Îsraîl vê yekê bi karekî pir îstfzazî dizane wate ew îhtîmale heye (xwedê vê neke) ew jî bikevin nav vî şerî, ji ber wê em di rojên metirsîdar de dijîn li Rojhilatê Navîn de.
* di peywendiyên ji bo konferansa Cinêv 2, Rûsiya astengan derdixe, bo nimûne daxwaza nûneratiya Îranê dike û daxwazê dike opozisyon nûneratiya hemû pêkhateyan li xwe bigre gelo hûn nabînin ku Rûsiya dixwaze berî sazkirina konferansê, konferansê bişkêne?
- Ez ne piştrastim ku ez hevrame li gel vê yekê, dabeşbûnek heye derbarê beşdariya Îranê di konferansa Cinêvê de, Emrîka ne şaye bi vê hizirkirinê, herwiha hinek welatên Erebî wek Siûdiye û Îmarat û hindekên din bi vê yekê ne xweşhalin, belê hinek ji welatên Ewrupî dibînin baş e Îran beşdarî konfiransê bibe, ne tenê Rûsiya belku renge Elmaniya û hinek berpirsên li vir li Berîtaniya, tirsa wan ji wê heye ku heger Îran beşdarî konferansê nebe wê demê wê pirtir djiminkarane reftarê bike û li dawiyê gereke bibe beşek ji çareserkirina ev qeyrana metrsîdar.