• Tuesday, 16 April 2024
logo

Li Qersê dîmenên zivistanê

Gulan Media October 1, 2021 Corane
Li Qersê dîmenên zivistanê

Li Qersa Bakurê Kurdistanê piştî baraneke zêde teyrok barî û erd spî kir. Bi vê yekî jî dîmenên zivistanê derketin holê û zarokan bi teyrokê şerê berfê kirin.

Li navçeya Qamuşan ya ser bi parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê îro 30 îlona 2021an piştî baranê  teyrokek bihêz bariya û bandoroke nerênî li ser ajokaran kir. Welatiyên ku bê wext rûbirûyî teyrokê bûn bi lez û bez xwe gihandin kargehên xwe.

Piştî teyrokê zeviyan bergek spî li xwe pêça û dîmenên zivistanê derketin holê. Zarokan jî piştî teyrokê bi gulmiçkan bi hev re şerê berfê kirin.

Yek ji zarokan li beramber van dîmenan keyfxweşiya xwe anî ziman û got, “ Baran barî, piştre teyrokê lêkir û her der spî bû. Berî ku zivistan bê me şerê berfê kir û em kêfxweş in.”

Parêzgeha Qersê yek ji parêzgehên herî sar yên Bakurê Kurdistanê ye û zivistanê pileya sermayê heta 39 pile bo jêr sifrê dadikeve. Salane derdora 120 rojan berf li wê parêzgehê dimîne. 

Top