Li Ranya xortek bi xeniqandî hat dîtin

Berdevkê polîsê Raperîn ragehand, li bajarê Ranya termê xortekî bi xeniqandî geheşte nexwaşxaneya bajar.
Berdevkê polîsê Raperîn Şoreş Îsmaîl ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şeva borî 26.06.2021ê termê xortekî temen 16 salî geheşt bijîşkê dadî yê Ranyayê û şopa ben di sukrawî ango stûyê wî de diyare û xeniqiye.’’
Herwaha got: ‘’Li gor lêkolînên destpêkê, wî xortî di mala xwe de xwe ben ve darve kiriye û ji ber wê jî jiyana xwe ji dest daye.’’
Şoreş Îsmaîl got: ‘’Tedbîrên yasayî derbarê bûyerê de hatine girtin û lêkolînê destpê kiriye.’’