Jiyana bi kul û êş a du hevjînên kêm endam li Rojavayê Kurdistanê
Du hevjînên kêm endam li Rojavayê Kurdistanê di rewşeke gelek zehmet de dijîn û daxwaza alîkariyê dikin. Salih Mele Ehmed nabîne û nikare li ser lingê xwe bimeşe, Xalîsa Tehlo ya hevjîan wî jî bi çar çengiyan dimeşe.
Salih û Xalîsa bê zarok in û daxwaz dikin, alîkariya wan bê kirin daku biçin derve. Xalîsa dibêje, daxwaza wan ewe hema bi kêmanî meeaşekî wan hebe û pizîşkên wan belaş bin, ji bo ku barê wan sivik bibe.
Netewên Yekbûyî dibêje ji sedî 90 xelkê Sûriyê hewceyî alîkariya lezgînin, lê bi qasî hewceta vê malbatê lezgîn nîne.
Salih Mele Ehmed ê 57 salî tenê salekê li ser piyên xwe meşiyaye, jê û pêve herdû lingê wî pûç bûne, bawî ye, di temenê 17 salî de jî çavê xwe ji dest daye û jiyana xwe bi tenê derbas kiriye.
Salih, berî pênc salan hevjîna xwe, Xalîsa Tehlo nas dike ku ew jî ji zikmakî ve di lingê xwe de kêm endam e.
Salih û Xalîsa bê zarok in û kes tune ye wan xwedî bike, li welatên hejar jî hikumet xwe nade ber xwedîkirina wan, lewma daxwaz dikin alîkariya wan bê kirin ku yan biçin derveyî welat an jî mûçeyekê bidin wan daku bikarin pê bijîn.
Salih Mele Ehmed ji Rûdawê re ragihand: “Eger karibin me derxin welatek derve, li wir hikûmetek hebe xwe bide pişta min, me xwedî bikin, li vir roj bi roj dema me namîne, em li gorî xwe xwarinê tînin, kîloyek bacan yek xeyar û satilek mast, em du rojan xwe pê xwedî dikin.”
Xalîsa Tehlo, hevjîna Salih jî dibêje, ew pir bi zehmetî dijîn û hêvî dike, alîkariya wan bê kirin. Xalîsa dibêje: “Em dixwazin mûçeyekî bidin me û pizîşkên me belaş bin, em xwe biqedînin, kes tune li ber bayê me rabe.”
Ji bilî wan jî hejariyê bi qeripka gelek malbatan li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê girtiye bi taybet ku ev saleke sizayê Qeyser li ser sûriyê hatiye cîbicîkirin.
Hevserokê Odeyên Bazirganiyê li Bakûr Rojhilatê Sûriyê behsa wê yekê dike ku herçende sizayên Qeyser tenê navçeyên hikûmetê li xwe digre lê ji sedî 75 bandor li Rojavayê Kurdistanê jî kiriye, çimku serederiya wan bi Lîreyê Sûrî ye.
Welîd Mihemed Elî, Hevserokê Odeya Bazirganiyê li Bakûr Rojhilatê Sûriyê ji Rûdawê re diyar kir: “Em û Şam bihev re hatine girêdan, peywendiyê me yên bazirganiyê hene, lê dîsa jî rewşa me li Bakûr Rojhilatê Sûriyê ji yê navxweya Sûriyê baştire, mehê ji 400 heya 500 hezar dolar tê ji bo merivên xwe.”
Nîv meliyon dolar, mehê derbasî bazara Qamişlo dibe ku xelk ji ewropayê jibo xwedîkirinê ji malbatê xwe re dişînin, ev jî amarên yekîtiya seravane.
Abûrînas hişiyariyê didin û dibêjin, divê Rêveberiya Xweser ku niha di bin dorpêçê de ye, zû berhemên xwecihî pêş bixîne daku hevsengiya aborî ragire û mûçeyan ji kesê bê çare û xwedî pêdawistiyên taybet re destnîşan bike.
Şukrî Yûsif, abûrînas dibêje: Ziyan giha me jiber ku birin û anîna tiştan rawestiya, dolar bilind bû, nirxê kelûpelên xwarinê bûha bû, di nava mûçeyan û dolar de hevsengî tune.
Jibo parastina sivîlan, Waşingtonê di naverasta sala derbasbûyî de sizayên Qeyser li ser hikûmeta Sûriyê sepand, daku hikûmet ji milê aborî ve lawaz bibe, lê dîsan jî barê welatiyan giran kir. Ji ber wan sizayan, dolarê Amerîkî ku beriya wê bi 2225 lîreyan bû, îro bi 3105 Lîreyî ye.
Rudaw