• Monday, 29 April 2024
logo

Kerkûk – Li Hewîce jinek û keçek hatin kuştin

Kerkûk – Li Hewîce jinek û keçek hatin kuştin

Li bajarokê Hewîce yê Kerkûkê, zilamekî jinbira û biraziya xwe kuşt.

Berpirsê polîsê nahiya Reşad ya bajarokê Hewîce yê Kerkûkê, Selam Îbrahîm ji BasNewsê re got, îro danê sibê li nahiya Reşad zilamekî jinbira xwe ya 40 salî û biraziya xwe (keça wê) da ber guleyan û kuşt û ji aliyê polîs ve hat girtin.

Wî efserê polîs da zanîn, ew jina ku hatiye kuştin, jinebî bûye û daxwaza dirav û alîkarî ji tîyê xwe û mala xezûrê xwe kiriye. Dema wan alîkariya wê nekirine, li dadgehê gilî li wan kiriye. Ji ber wê jî tîyê wê hêrs dibe û wê û keça wê dikuje.  

 

Basnews

Top