• Thursday, 28 March 2024
logo

Iraq – Li Mîsanê li ser hezar dînarî şer derket, zarokek hat kuştin

Iraq – Li Mîsanê li ser hezar dînarî şer derket, zarokek hat kuştin

Li parêzgeha Mîsan ya Iraqê li ser hezar dînar di navbera malbatan de şer derket, kuştî û birîndar hene.

Li gorî medyaya Iraqî, duhî li nahiya Mecer li başûrê parêzgeha Mîsan ya Iraqê, ku dikeve başûrê wî welatî, li ser hezar dînar di navbera çendîn malbatan de şer derket.

Li gorî agahiyan, paşê şer mezin bû û bû şerê eşîran. Di wî şerî de zarokek hat kuştin û 2 zarok jî birîndar bûn, çendîn mal jî hatin şewitandin.

 

basnews

Top