Keçeke Rojavayê Kurdistanê di olompiyadeke Kazaxistanê de bû yekem

Keçeke ji Rojavayê Kurdistanê di Olompiyada Biyolojiyê ya Kazaxistanê de pileya yekem bi dest xwe ve anî û di asta wî welatî de bû yekem.
Navê wê keçê Dayana Hisên Hemê û 16 salî ye û li bajarê Alma Ata yê Kazaxistanê ji dayik bûye û hîn Rojavayê Kurdistanê nedîtiye.
Dayana Hesen Hemê kariye di Olompiyada Biyolojî ya Kazaxistanê de di navbera xwendekarên wî welatî de serkeftinê tomar bike û bibe yekem.
Malbata wê keçê ji bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ne û demeke dirêj e li Kazaxistanê dijîn.
Bavê wê keçê, Hisên Hemê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, “Dayana destpêkê li ser asta dibistana xwe yekem bû piştre derbasî olompiyadê bû û di biyolojiyê de xwendekara herî zîrek hate diyarkirin û hate xelatkirin.”
Rudaw