• Thursday, 02 May 2024
logo

Enwer Hacî Osman bo Gulan: Em dixwazin kêşe bi aştî werin çareserkirin, heger na hêza pêşmerge karîn heye yekalîbike

Gulan Media December 11, 2012 Dîmane
Enwer Hacî Osman bo Gulan: Em dixwazin kêşe bi aştî werin çareserkirin, heger na hêza pêşmerge karîn heye yekalîbike
Paş pêkanîna Fermandeya Operasyonên Dîcle û leşkerkêşiya supaya Iraqê bo ser navçeyên Zumar û hêrişên vê dawiyê yên fermandeyên wê supayê bo ser navçeyên veqetandî, rewş berev alozbûnê bir, bi berovajî binemayên destûra Iraqê wek her carekê jî ku di dîrokê de çendîn care ev supaye bûye siyasî û kesatî, niha jî dubare supa di kêşeyên siyasî hatiye têkel kirin, bi vê çendê jî hêzên çekdar yên supa Iraqê hereşe û dilrawkeyek pir bo ser welatiyên Herêma Kurdistanê û bi taybet navçeyên veqetandî dirust kiriye. Gulan peywendî bi Enwer Hacî Osman Birîkarê Wezîrê Pêşmerge yê Kurdistanê li navçeyên veqetandî kir û ev dîmane li gel encam da ku ev deqa dîmanê ye.
* Destpêkê em dixwazin ji wê pirsyarê dest pêbikin, gelo tu wek Birîkarê Wezîrê Pêşmerge yê Kurdistanê û serkirdeyekê meydanî, rewşa meydanî ya leşkerkêşiya hêzên Dîcle û operasyona serbaziya supa Iraqê û ew aloziya ku li navçeyên veqetandî bi pîlan li dijî ax û xelkê ew beşên Kurdistanê hatiye dirustkirin, çawa heldisengînî?

- Wekî li cem hemûya aşkeraye, heyameke rastewxo û bi aşkerayî hikûmeta Iraqê û supa wê çend hewlek şerane li hember Herêma Kurdistanê destpêkiriye, bi taybet paş leşkerkêşî û livandina hêzên wê supayê bo navçeyên veqetandî û hêrişên li ser rênişvanên wan navçeyan, heta ev heyameke hêrişa tîroristan li ser rûniştvanên kurd zêdekiriye, lewra em jî wek hêza pêşmergeya Kurdistanê ku me soz daye Herêma Kurdistanê û welatiyên wan navçeya ku em parêzgariyê li ser û malê welatiyên xwe bikin û bi dilsozî em rêyê nadin ku hêzên me zêdegaviyan bikin, em welatiyên Herêma Kurdistanê biştrast dikin ku çi karvedanek nişkave ji aliyê pêşmergeyên Kurdistanê ve dirust nabe û tenê wek hêzek berevanî ji ser û malê welatiyan hatine vê navçeyê daku heger hêza Dîcle kiryar li dijî welatiyên vê navçeyê kirin, li wê demê hêzên pêşmerge di amadebaşiyê û bo berevanîkirinê amade ne û bi tundtirîn şêwe bersiva wan bidin.

* Hikûmeta Malkî welat berev alozî û milmilaneya siyasî û serbazî dibe û hereşe bo ser herêma Kurdistanê dirust dike, gelo ta çend hêza pêşmerge saz û amadeye daku di vê qunaxê de sinûrekê bo hereşeyan dîne bi taybet ew hereşeyên bo ser welatiyên Kurdistanî li navçeyên veqetandî tênencam dan?

- Ez bi rêya kovara we daxwazê ji welatiyên Kurdistanê dikim ku agehdar bin hêza pêşmerge wek hêzekê hevber nekin bi supayekê pir lawaz yê Iraqê, çûnkî erkê hêza pêşmerge parêzgarî kirine ji ew destkeftên ku îro li Herêma Kurdistanê hene û berevaniya ji welatiyên xwe dike, wek hêza pêşmerge û bi me xweş nayê tev wan leşkerkêş û supaya hatiye navçeyê di pevçûn û rûberûbûnê kevin çûnkî hemû xelkê vî welatî ne, belê heger hat û hêza Dîcle û yekeyên supa Iraqê berdewam bin li ew serpêçî û karên neşiyaw û hatin pêş, wê demê bi piştrastî ew cihên ku supayê Iraqê bi hevbeşî û bi hemahengî ku berê li gel supa Emrîka wergirtibûn em ê wan cihan jî ji wan bistînin.

* Xuyaye navçeyên veqetandî taradeyekê baş bi hevberkirin bi navçeyên din yên Iraqê aramtire, ew jî bi egerê hêza pêşmergeyê Kurdistanê ku karî li wan navçeyan aramiyê peydabikin, belê hewil jî hene daku aramiya wan navçeyan were têkdan, bi taybet duhî bas li pevçûnekê tê kirin di navbera polîsê federal û yek ji baregehên Yekîtî ya Nîşimana Kurdistanê, li vêrê ew pirsyar tê pêş gelo hatina supa ne aramî û neseqamgîrî li navçeyê peyda nekiriye?

- Ev kêşeye zêdetir kêşeyek taybetî bû, peywendî bi wê leşkerkêşiyê ve tune ye ku niha li navçeya veqetandî têye encam dan û bûye egerê aloziyê li navçeyê, belê bi dilinyayî em ji nêz ve çavdêriya rewşê dikin , çûnkî barûdoz hestyare û hatina hêza serbazî û supa bo vê navçeyê alozî û neseqamgîrî ji bo navçeyê li geê xwe tîne.

* Cenbê te yek bû ji pêşmergeyên dastana Xwakurkê, ev cara duyê ye serok Barzanî pêşbîniya metirsiyek mezin dike, niha hemû alî geheştine wê baweriyê ku bi rastî Malikî takrewe û dixwaze pêşêlkariya destûrê bike, tu li ser ew pêşbîniya serok Barzanî ku li Newrozê amaje bi wê çendê kir ku ev welat berev rewşek xerab dere, tu di vê barê de çi dibêjî?

- Serok Barzanî ji xemxweriya wî li hember netewa wî, wek serkirdeyekê jêhatî û wek serokekî ku berbirsyarî li ser mile, hertim pêşbîniyên wî rastderketine, bi piştrastî jî serokê Herêma Kurdistanê mejiyê hikumranan û siyasetmedarên Iraqê baş naskiriye, lewra pêşbîniyên wî li hember ew metirsiyên çaverêya gelên Iraq û Kurdistanê dike raste û hatine rojevê.

*Wek em dibînin cenabê serok Barzanî fermandeyê giştî yê hêza pêşmergê kurdistanê ye, gelo arasteyên serok Barzanî bo we çine?

- Fermana cenabê serok Barzanî bo me di berjewendiya gelê Kurdistanê de ye û bi çi şêweyeê em xwe jê nadin alî, çûnkî heger hat û xwedê neke em bi fermana wî nekin em tûşî şaşiyê dibin, lewra fermanên serokê Herêma Kurdistanê ku fermandê giştî yê hêza pêşmergê Kurdistanê ye jî ji mere cihê can fîdakariyê ye.

* Her di vê arastê de serokê Herêmê heftiya borî amaje bi wê yekê kir ger hat û sinûrek bo Operasyonên Dîcle neyê danan, li wê demê helwêteka me ya din wê hebe, win weku hêzên pêşmergê Kurdistanê ta çi radê di amadebaşî dene?

- Hêza pêşmerge di amadebaşiyê deye bo berevanîkirin ji welatiyên Kurdistanê û daxwaz û siyaseta rast û dirust a cenabê serok Barzanî û xelkê Kurdistanê, em bi can û xwîn cêbecêdikin.

* Di nav pêkhata supa Iraqê de jimareyek yek car kêm kurd têdeye, tenê ev hêza Dîcle ku hatiye dirust kirin zêdetir ji 90% Erebe û serbazên wê ser bi yek mezhebin, gelo win wek hêza pêşmergê Kurdistanê, çawa temaşeyî wê pirsê dikin?

- Paş rûxana supaya Beisa rejîma rûxayî yê berê, supaya Iraqê li ser xwîn û canfîdaya hêza pêşmerge dirust bû, mixabin kar û kiryarên şovînyane weha kir jimareyek kêma serbaz û efserên Kurd di wê supayê de bimîne, serkirdên wê supayê carek din merema wan heye, bi çavê dagîrkarane û bi niyaza xerab li bilindahiyên Kurdistanê binêrin. Em dibînin ku niha supaya Iraqê bi pêkhateyek seqet dirust bûye û li ser binemaya berjewendiyê dirust bûye û supayeke tijî bûye ji serbazên dil şewatên rejêma Beis. Omêda me weha bû bi wî supayî em bihevre Iraq û Kurdistanê biparêzin, belê mixabin dema wan çend tank û top û çekên nû dîtin ji hemû belên û sozên xwe şûnvekişîn û niha dixwezin bi hereşeyên serbazî merema xwe bicihbînin.

*Duhî jî daxwaz dikirin ku fermandeya operasyonên bakûr dabimezrînin û bi eşkere jî ew daxwaza gomanawî ji aliyê Ebdulselam Malikî ve hate baskirin?

- ew xewna hêştir e..

*Belê pir caran bas li wê têkirin hatina wan hêzan dibe vîyaneviya li parêzgeha Kerkûkê û wek kartek siyasî dijî xwast û vîna welatiyên navçeyê û Kurdistanê tê bikaranîn?

- Ez omêd dikim ev ev rûnede û hizra wan bi wê arastê de neçe ku hêzên serbazî binêrin û rewşa viyaneviya dirust bikin, em çaverêya wê bûn ku hikumranî Bexda welêt bikin buheşt û xweşî û xizmetguzariyê ji rûnişvanan re peyda bikin, ne carek din li jêr tepûtoza tank û topa û hêza çekdar, xelkê me bitirsînin ta destberdarî mafên xwe bibe, lewra di ev menbera we ya ciwan de em ji xelkê Kurdistanê re radgehînin ku dawî daxwazê Kurd ku xwe li bilindahiya Hemrîn dibîne em ê bi destvexînin.

*Cenabê te û Wezîrê Pêşmerge we kombûnek bi parêzgarê Kerkûkê re kiribû, gelo ew kombûne bo çi mebestekê bû?

- Me cenabê parêzgarê Kerkûkê dît daku em pê ragehînin ku hêza pêşmerge di xizmeta xelkê Kurdistan û Kerkûkê deye û em amadene di xizmeta wan de bin parêzgariyê lê bikin.

* Belê niha hêza pêşmerge zêdetir li bakûrê wê parêzgehê ye ne li başûr, gelo hêza pêşmerge li wê navçeyê heye?

- Ew rêkeftina navbera komîta hemahengiya bilind bû ku bi navbijêvanî û hebûna supa Emrîka hate kirin ku mixabin supa Iraqê pêgirî bi wê rêkeftina sêalî nekir ku di navbera hêza pêşmerge û supa Iraq û hêzên Emrîka hat kirin. Heta niha jî em ne livîne û li gor wê rêkeftinê ne, belê îro hereşe ser xelkê Dûzxurmatû hat kirin, cenabê wezîrê pêşmerge bi hêzekê çûye wê derê û ez jî li bilindahiyên Keywane li hêviya biryara dawî me.

* Lê belê ev operasyona serbazî ya Dîcle ku hatî dirust kirin hatiye parêzgeha Kerkûkê, netenê bo Kerkûkê ye, ji Xaneqîn û Mendelî û Dûzxurmatû û Diyale jî bi xwe ve digre, gelo sebaret wan navçeyan ta çi radê hêza pêşmerge di amadebaşî deye bo parastina welatiyên Kurdistanê?

- Em omêdewarin kêşe negehin pêkdadanên serbazî belku li ser mêzên giftûgoyan çareserî jê re were dîtin û çareserî neyê aliyê me, belê heger hate aliyê me, wê demê emê neçar bibin rûberûyî pîlan û meremên şerxwazane bibin û çareseriya kêşê bikin.

* Wek serkirdeyekî meydanî ku niha tu li wê navçeyê yî, gelo welatiyên Kurdistanî li Kerkûkê û temama navçeyên veqetiyayî yên din taçend hevkarin li gel hêza pêşmerge û wireya wan bilinde?

- Welatiyên xweşewîs yên Kerkûk û Xaneqîn û Dûzxurmatû û temama navçeyên din bi keç û xortên xwe ve pêşmergene û em piştrastin ji fîdakarî û dilsoziya hêza pêşmergê Kurdistanê ku em dibine qelxan bo wan û welatiyên Kurdistanê jî li wan navçeyan hêz û piştevanekê mezinin bo hêza pêşmerge.

* Heger tiştek mabe û me pirsyar nekiribe, dawî peyama te çiye?

- Ez omêdewarim hinek ji ew siyasetmedarên Bexda ku bi bêlayengîrî li berin li xwe vegerin, çûnkî ew serbazên ku dikine sûtemeniya pîlanên xwe çi guneha wan tuneye, belku serkirde siyasî û fermandarên wan, wan ji bo wê rûberûbûnê dajon, pêwîste kêşên Iraqê li ser mêza goftûgoyê li Bexdayê werin çareserkirin û dijatîkirina welatiyê Iraq û Kurdistanê bi ew supaya Iraqê nekin û carek din supaya Iraqê şermezarî gelên Iraqê nekin, çûnkî niha ji aliyê hemûyan ve diyar bûye ku helbijartin nêzîk dibe û Malikî wek kartek siyasî bi rêka supayê dijatîkirina Herêma Kurdistanê bo reklama helbijartin û mana xwe bikartîne. Peyama min jî bo supa Iraqê ew e ku bila ew rastiye li ber çavê wan be ku em bûn çendîn caran me hêza Iraqê rizgarkiriye, niha jî em daxwazê jê dikin ku bi wî mejî helsokewtê nekin ku em dujminê hevin , ev welate welatê me hemû ya ye, peyama min bo xelkê Kurdistanê jî ew e ku piştrast bin ji xelkê Kurdistanê ku kelayeke bo xelkê Kurdistanê û parêzgarê ser û malê wan e û berevanê ew aramiya ku niha li Herêma Kurdistanê bi hewil û mandû bûna siyaseteka hekîmane peyda kiriye.
Top