• Thursday, 02 May 2024
logo

David Phlips: Heger Malikî berdewam destûrê binpêbike yekparçeyî ya Iraqê dixe di metirsiyê de

Gulan Media September 15, 2012 Dîmane
David Phlips: Heger Malikî berdewam destûrê binpêbike yekparçeyî ya Iraqê dixe di metirsiyê de
Profîsor David Phillips niha rêveberê pirogramên binyatnana aştî û maf e li navenda vekolînên mafê mirovan li zanîngeha Kolombiya, berî niha jî rawêjkarê bilind yê wezareta derve ya Emrîka bû û sekreterê giştî yê neteweyên hevgirtî bû herweha vekoler bû li navenda vekolînên rojhilata navîn li zanîngeha Harvar û cêgirê rêveberê Civata Peywendiyên Derve ye, Phillips pisporê doseya Kurd û Iraq û Turkiya û rojhelata naverast e û xudan vekolînên taybet e bi dabeşkirina deshelatan li Iraqê paş 2003yê û ev vekolîne li konfiransa duyê ya navenda Mistefa Barzanî bo aştiyê li zanîngeha Emrîka sala 2002ê pêşkêş kiriye, herweha li sala 2008-2009ê vekolîn li ser têkliyên navbera Herêma Kurdistan û Turkiyê çêkiriye, ji bo axaftin sebaret têkliyên niha navbera Herêma Kurdistan û Emrîka û kêşên Herêm û Bexdayê û guhartinên li navçeyê, me çend pirsyar ji pirofîsor David Phillips kir, berêz jî bi vî corî bersiva pirsyarên Gulan da:
*Vê dawiyê şandeka bilind a Emrîka seredana Herêma Kurdistanê kir, ev jî nîşana vê yekê ye ku Emrîka dixwaze giringiyê bi Herêma Kurdistanê bide û têkilî di astekê bilind dabin. Win çawa li siyaseta niha ya Emrîka dinêrin sebaret bi Herêma Kurdistanê?

- Rêveberiya Obama wek wêstgeheke aborî û navendeke wizeyê li Herêma Kurdistanê dinêre. Hikûmeta Herêma Kurdistanê texmîn dike ku yedeka nefta Kurdistana Iraqê 45 milyar bermîl be. Herweha egerek mezin heye ku bayex bi kêlgehên gaza siroştî bê dan, ku giringiyeka bingehîn heye ji bo kelka aboriya boriyên APOKO, ku di Turkiyê re derbaz dibe. Cîgirê wezîrê bazirganî bo kar û barên bazirganiya nêvdewletî Franklîn Lavîn li vê dawiyê seredana Herêma Kurdistanê kir daku despêşxeriya “Derwazên Karê Iraqê” bixerû, ku despêşxeriyeke armanc jê geşepêdana weberhênana taybete li Iraqê. Harîkarê cêgirê wezîrê berevaniyê bo kar û barên têkilîdar bi “Business Transformation” Pawil Birînkilî tev pirtir ji 50 berpirs û bizniskarên Emrîkî seredan kirin, sererayî derfetên girêdayî bi biwarê çandinî, geştyarş û binyatnanê ve, renge Kurdistan bibe dergehê ferekirina karê weberhênan û bazirganiya Emrîka bi beşên din yên Iraqê re.

*Têkliyên navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê di rewşek ne baş dene, serok wezîr Malikî ne amadeyê danpêdanê bi wan mafan bike ku di destûrê de ji bo Kurdan hatine çespandin daku wek herêmek federal karên xwe cêbecêbike, herweha rêzê li destûrê nagre. Pirsyar ew e çi bê kirin daku Malkî xwe ji destûrê nede liyan?

- Serok wezîr Malkî berdewam serwerê yasa û rêkeftinên destûrî yên girêdayî bi dabeşkirina deshelatê ve piştguhdixe, ew daxwaza Hikûmraniya Piraniyê dike, ev destewaje mebest jê bi hêzkirina deshelatê ye li ser hesabê Iraqiyên din. Malikî wezaretên Berevanî, Navxwe û Asayişa Netewî ji bo serkotkirina neyarên xwe bikartîne. wî hevrikên xwe yên siyasî desteser kirine, kesayetiyên Sunî kiriye armanc, wek Salêh Elmutleq û Tarêq Elhaşêmî. Ji wê jî zêdetir, Malikî astê girjî û aloziyan di bara sinûrên navxweyî da zêdetir kiriye û daxwaza hilweşandina mada 140ê kiriye, ku ev madeye encamdana rapirsiyê sebaret pirsa Kerkûkê li xwe digre. Hertim kêşa Iraqê navendîbûna deshelatê bû. Malikî jî ev rêye daye pêş xwe û berpirsên Emrîkî jî ji şêwazê xwe yê dîktatoriyane nîgeran kiriye.

*Cudahiyeke din ya Herêma Kurdistan û Bexdaye ew e ku Barzanî piştevaniya xelkê Sûriya dike û Malikî piştevaniya mana Essed dike?

- Malikî li gor berjewendiya Tehranê reftarê dike û wek birîkarê Îranê li navçeyê kar dike. Tehranê piştevaniya Malikî kir daku xoleke din ya serokatiya civata wezîran bikeve dest, piştevaniyeka temam dike daku di deshelatê da bimîne. Bexdayê rê daye Îranê ku asman bikarbînin bo çekdarkirina hêzên Sûriyê. Iraqiyan nerihetiyek zor dîtin di saya takrewî ya Sedam Husên da û niha jî hest bi hevsoziyê dikin beramber Sûriyan ku xebatê li dijî hikûmraniya xwesepandinî ya Sûriyê dikin û tirsa wê çendê heye ku bi çekên kîmyawî hêrişî ser wan bikin. Herweha piştevaniya Malikî bo Essed aloziyên navbera Şîe û Sunî yan de zêdetir kiriye.

*Win agahdarî helwêsta Barzanî ne ku pêdagiriyê li cêbecêkirina destûrê dike û gotiye “Heger destûr neyê cêbecêkirin, li wê demê em nikarin di Iraqekê de bijîn ku destûrê binpêdike û demokratiyane reftarê nake”, Ta çi radê Emrîka ji ev helwîsta Barzanî têdigehe?

- Helwêsta Barzanî cihê têgeheştinê ye. Destûra sala 2005ê ne rêşûneka demkî bû. Ne lîsteke Malkî li gor dilê xwe jê helbijêre. Destûr ji encama danûstanên giran bû û ji aliyê piraniya Iraqiya ve hate pesendkirin. Wate berhemek bû daku Iraq wek welatek demokrat û komarek federal parastî be. Xerab bi karanîna destûrê ji aliyê Malikî ve gomanê dirust dike derbarê pabendbûna wî bi parastina Iraqê di çarçovê sinûrên niha de, heger Iraq perçe bibe, kes nikare têke stoyê kurd.

*Her kes pêşbîniya wê çendê dike ku paş roxana rejîma Essed guhartinên mezin li navçê dirust bibin. Gelo ew guhartine çi ne û ta çi radê kurd jê sûdmend dibe?

- Renge roxana Essed di vê dem û satê de nebe. Renge ev qeyrane dirêj vekêşe. Renge Sûriya di serûberê Bosna ya destpêka nodî re derbaz be. Hikûmeta navendî kontrola zêdetir ya erdê ji dest dide bo berjewendiya mîlîşiyên navçeyî. Wate egerê wê çendê heye ku mîlîşiyên navçeyî bajar û bajarokên Sûriyê kontrolbikin, di wê rewşê da, renge Herêma Kurdî li Sûriya Herêmeka (Dûrgehek)e aram be. Gereke rojava destê harîkariyê bo kurdên Sûriyê dirêjkin û kînê navbera alî û partên cuda de nehêlin. Şarezayên Emrîka dikarin yarmetiya kurdên Sûriya bidin daku binemayên demokrasiyê û bi nenavendîkirin birêve bibin. berjewendiya Emrîka heye bi karkirin li gel Herêma Kurdistana Iraqê bo bi hêzkirina bernama kurd li Sûriya, ku bernameyek olmaniye û bikarhênana tund û tîjiyî bo bidestxistina armancên siyasî retdike.

*Turkiyê roleka bingehîn li navçê û di Buhara Erebî de dibîne. Têkliyên navbera Turkiya û Herêma Kurdistanê niha di rewşek pir baş deye. Ta çi radê Turkiya di derfet û mercên niha de bo Herêma Kurdistanê giringe?

- Têkliyên Turkiya û Herêma Kurdistanê rêyek dirêj biriye. Vekirina qunslgeriya Turkiya li Hewlêrê pêngavek mezin bû. Herweha ji egerê karên bazirganî û weberhênanê têklî berv pêştir çû, bi hema şêwe ji egerê hevkariya ewlekarî ve. Kurdistana Iraqê bazarek mezine ji bo hinardekirina tiştmiştên Turkî. Kompaniyên binyatnanê yên Turkî mifa ji geşekirina biznisê li Herêma Kurdistanê dîtine. Frokexana nû ya Hewlêrê ji aliyê kompaniya Makyol ya Turkî ve hatiye dirustkirin, Turkiya zêdetir ji 7 milya dolar weberhênan li Iraqê heye, zêdetir ji nîvî wan peran li parêzgehên Kurdistanê ketin kar, li Hewlêr û Sulêmanî û Duhok. Sê sal berî niha Enkerê bi xerab behsê Mesûd Barzanî dikir û Herêma Kurdistanê bi palderê PKKê tometbar dikir û gefên dagîrkarî yên fereh dikir. Belê niha Enkere û Hewlêr mijolî hevkarîkirina hevin.

Veguhaztin ji K-Jêrî: Kalo Kalo
Top