• Tuesday, 30 April 2024
logo

Mesrûr Barzanî ji Gulan re: şoreşa gulanê ronahîya xebatê zindî hêşt û hêvîya serketinê dîsan ji gelê me re vegerand

Mesrûr Barzanî ji Gulan re: şoreşa gulanê ronahîya xebatê zindî hêşt û hêvîya serketinê dîsan ji gelê me re vegerand
Endamê polîtburoya PDK Mesrûr Barzanî yê ku berpirsê Ajansa Paraztina Kurdistanê ye, ew serkirdeyê genc e yê ku herdem bi awayekî reyalîteyî li rewşa siyasîya kurdistanê dinere û formulên navxweyî, herêmî û navdewletî vedixwîne. Partîbûn li nik Mesrûr Barzanî xwedî yek wateyê ye û ew jî Kurdayetî ye. Ji ber evê çendê dema ku tu di bareya partî û ayindeyê partî de jê dipirse, tu hest dike ku ew partî di xelekeka berfirehtir de dibîne û weha dizane, ku erkê serekîyê partî Kurdayetî ye û ne partayetî ye. Dema ku tu di bareya partî de rexneyê jî pêşkêşî wî dike, ew gelek bi hêminî û reyaliteyî bersiva ewan rexneyan dide û heger rexneyek li partî bihê girtin, ew bi aşkirayî ewan rexneyan qebûl dike. Ev dîdara taybetîya Gulan a bi rêzdar Mesrûr Barzanî re, gerek di bareya vexwendina şoreşa Gulanê û pêngavên niha û ayinde de baya, belê dema encamdana evê dîdarê çend pirsên din jî yên di bareya rewşa niha û kongireya dahatîya partî de hatin pêş. Ji ber evê çendê, di evê dîdarê de çend alîyên dinên coraneyên giring hatin gengeşekirin. Ev jî teksta dîdara bi rêzdar Mesrûr Barzanî re ye:
REWŞA NIHA YA KURDISTANÊ
Gulan: berî em pirsa xwe ya di bareya bîranîna şoreşa gulanê de pêşkêşî cenabê we bikin, rewşa niha – û bi taybetî piştî terorkirina xwendevanê genc Serdeşt Osman – pêdivêyî hilwestekî di bareya navxweyîya kurdistanê de ye. Bê goman e, ku kujtina gencekî dax û dilgiranîyek ji hemû alîyan re çê kir, belê em dixwazin ji cenabê te bipirsin, çima ev karê terorane ji alîyê çend alîyan ve bû pirseka siyasî û PDK pê hat gunehbarkirin? Gelo hûn evê pirsê çawa vedixwînin?
Mesrûr Barzanî: ez di destpêkê de bi xêrhatina govara Gulan dikim, ku ji bo bîranîna şoreşa Gulanê hatiye vir. Ji bo evê pirsa we jî ya di bareya terorkirina xwendevanê genc Serdeşt Osman de ez dixwazim bibêjim, ku em hemû û wek hevwelatîyekî evî welatî, ji ber evê bûyera terorane dilgiran in û em kirdedarên terorkirina kak Serdeşt jî riswa dikin. Ev alîyekî pirsê ye. Alîyê dinê pirsê ew e, ku ez dibêjim çi wek kesek û çi wek partî û çi dam û dezgehên evê herêmê, me ji bo lêkolînên di bareya evî karê terorane de kêmanî nekiriye û em kêmanîyê jî nakin. Ji ber evê çendê ez dixwazim du pirsên giring ji hevdu cuda bikim: yekem: dema ku kak Serdeşt an her kesekî dinê civaka me, xwîna wî bi neheqî birije û destê terorizmê bigihêjê, ev daxek mezin ji me hemûyan re çê dike. Duyem: têkilkirina evî karê terorane, da ku wek pirseka siyasî dîyar bibe, bi rastî guherandina tawaneka weha ye, da ku wek pirseka siyasî dîyar bibe û PDK bihê gunehbarkirin, ev jî pirseka din e. em dixwazin ev herdu pirs nehên têkilkirin û tev li hevdu nebin. Em rê nadin ku hinek xelk evê têkilkirinê berdewam bikin. Pirsa min li vir ew e, çima rê nehat dan ku dezgehên qanûnî û dezgehên fermîyên hukûmetê, lêkolînan di bareya evê pirsê de bikin? Her zû ev pirsa han ji bo mebestinî siyasî û li dijî alîyekî siyasî bi kar hat. Xwîna evî gencî kirin keresteyek (maddeyek) ji bo ku pê dijîtîya alîyekî siyasî bikin û ew alî jî, PDK bû. Ji bo mebestên xwe yên taybetî xweztin, ku xwîna gencekî wek kak Serdeşt sivik bikin. Bi rastî ev daxê çê dike. Heger na, PDK bê goman dilgiran nebûye ji ber ku xwepêşandan dihên kirin, da ku ew terorîstana bihên vedîtin, ewên ku kak Serdeşt bi neheqî kujtin. Partî ji ber ewê yekê dilgiran nebûye, ku bizavek di bareya hestê xelkê de li beramber ji destdana gencekî evî welatî de çê bûye. Evaya nîşana ewê yekê ye, ku asayişa herêma kurdistanê li cih e û akincî ye, ji ber ku bi çêbûna bûyerek weha re bandor li hemû kesî bû. Ev nîşana ewê yekê ye, ku ev bûyerên weha li herêma kurdistanê kêm çê dibin û ewên ku evan kirdaran jî dikin, ne ji nava civaka kurdistanê ne. Ji ber evê yekê, vexwendinek taybetî ji evê bûyerê re pêdivê ye. Belê dema ku em dibînin her ji destpêkê ve kesek an alîyek dihê gunehbarkirin, ev ji alîyê teknîkî ve dihê ewê wateyê ku kelem bikevin pêşîya ewan komîteyan de, yên wezareta navxweyî ji bo lêkolînên di bareya evê tawanê de pêk anîye. Ji alîyê din ve, siyasîkirina evê bûyerê dosyayeka din li ber xelkên kurdistanê vedike û ev jî ne di xizmeta lêkolînan de ye û ne di xizmeta prosesa vedîtina ewan terorîstan de ye, ewên ku bi evê kirdarê rabûne. Ev jî li beramber hest û nirxê binemala kak Serdeşt ne rêzgirtin e. Ewên ku ji bo vedîtina bikirên evê tawanê jî xwepêşandanê dikin û dixwazin encamdarên evê tawanê bihên vedîtin, em jî hemû piştevanîya wan û evî hilwestê wan ê ciwanmêrane dikin. Belê ez dubare dikim, ku têkilkirina dosyayan û gunehbarkirina alîyekî siyasîyê wek PDK partî dilgiran nekiriye, ji ber ku partî ji hemû alîyekî bêtir, xwe xwedî û berpirsyara paraztina serwerî û ser û malên hemû kesekî evî welatî dibîne. Partî xwe li beramber paraztina kerameta her kesekî û paraztina ezmona demokratîka herêma kurdistanê berpirsyar dibîne. Ji ber evê çendê dema ku bê berpirsyarî partî dihê gunehbarkirin, partî evê yekê qebûl nake. Herweha, partî ji ti alîyekî qebûl nake ku ji bo mebestinî siyasî û bê dokument bihê gunehbarkirin. Hemû alî jî dizanin û me dît, ku pirsa kak Serdeşt ji bo mebestên xwe yên siyasî bi kar anîn û ev nahê qebûlkirin. Ji ber evê çendê partî bi awayekî lojîkî û bi dûrbînî bersiva wan daye û ti kes jî gunehbar nekiriye. Belê alîyê din bi gunehbarkirina partî, xwe gunehbar kiriye. Partî ji alîyê beramber re got, ku ew nikare wê gunehbar bike û heger ew nikaribe gunehbarîyên xwe li dadgehê bi cih bike, êdî divê ew bi xwe bersiva dadgehê bide. Ew zarava ku di daxuyannameya PDK de bi kar hatiye, bersiva ewê zaravê bû ya ku PDK pê hat gunehbarkirin.
Gulan: belê dibêjin ku bersiva PDK di evê bareyê de tund û dijwar bûye û gerek nerm baya. Ez pirsê ji cenabê te dikim; gelo ev daxuyannameya han rengdanek bi lez bû yan jî divabû partî li beramber evê gunehbarkirinê, her bi evî awayî bersiv bidaya?
Mesrûr Barzanî: bê goman e ku partî bergirî di ber xwe de kiriye. Ji ber evê yekê ew zarava ku di ewê daxuyannameyê de bi kar hatiye, bersiva ewê zaravê bûye ya ku partî pê hatiye gunehbarkirin. Ji ber evê çendê, dema ku bawerîya te bi te bihê, bê goman tu qebûl nake yê beramber te hemû awayekî li beramber te bi kar bihîne û te gunehbar bike û çaverê jî nebe, ku tu bersiva wî bide. Partî bersiva ewan gunehbarîyan da. Ew gunehbarîyên ku kevtine stûyê partî de, bi gelekî ji ewan gotin û awayan dijwartir û girantir in, ewên ku di daxuyannameya partî de hatine. Ewên ku min an her kesekî evî welatî guehbar dikin, divê li ber dadgehê bersiva xwe bidin.
Gulan: wan pîkol jî kirin, ku evê pirsê bi semînareka we ve girê bidin, ku we ew semînar li koleja wêjeyê ya zankoya Selaheddîn pêşkêş kirbû. Pirsa me ev e; çima hûn bi evî awayê plankirî û bi bername bûn armanca evî alîyê han?
Mesrûr Barzanî: piştî terorkirina kak Serdeşt jî, min her kak Serdeşt nas nekirbû û min nizanîbû ew kî ye. Dema ez çûm zankoya Selaheddîn û min ew semînar pêşkêş kir, çend sed xwendevan hatibûn ewê semînarê û hemû jî bi kamerayên videyoyê hatiye wênekirin û niha jî maye. Herweha, mamosta jî li wir bûn. Piştî hîngê min pirs kir û hat gotin, ku ew her li ewê semînarê amade nebûye. Ji alîyê din ve, ne ti kesî rexneyên dijwar girtin û ne ti kesî jî bêrêzî nîşan da. Amadebûyan pirs kirin û min jî bersiva wan da û ev hemû bi videyo hatiye tomarkirin. Êdî nizanim.. dema ku kesek bixwaze gunehekê dirist bike, divê bizane ku diristkirina gunehan wek tawanê giran e. Heger ew kes belge û dokument li nik wî hebin, bila fermo bike û wan pêşkêş bike. Ez bi xwe jî hevwelatîyekî evî welatî me û ez amade me ku biçim dadgehê. Heger ew kesê ku min an her kesekî din gunehbar dike, bila li ber dadgehê bersiva xwe bide û bide xuyakirin, ka çima ew evan gunehan dixe stûyê min an her kesekî din de. Dijîtîya bi serokê herêma kurdistanê re xizmeta kîjan ajendaya biyanî û bêgane dike?
Gulan: di evê pirsê de cenabê serokê herêma kurdistanê jî bû armanca wan. Pirsa min ev e; di nava evê rewşê de ku hemû kurd dixwazin kurd bi yekrêzî ber bi Baxdadê ve biçin, çima ev dîjîtîya han li gel serokê herêma kurdistanê dihê kirin?
Mesrûr Barzanî: ne tenê di evê pirsê de dijîtî li gel cenabê serokê herêma kurdistanê hatiye kirin. Berî niha jî ev dijîtîya han dest pê bûbû. Berî niha jî pîkol kirin, ku şiko û nirxê cenabê serok, wek sembolek kêm bikin û pirranîya xelkê kurdistanê jî bawerîya xwe pê anîne û xweztine destkevtên ku bi dest ve hatine kêm bidin nîşandan. Ji vê çendê re du şirove hene:
Heger ev dijîtîya han bi destên navxweyî li dijî cenabê serok û destkevtên gelê kurdistanê dihê kirin, mixabin ew bê serî bi çarenivîsa milletekî dilîzin. Ji ber ku hingavtina her ezmonekê û her sembolekê, hingavtina hemû destkevtên evî welatî ye.
Heger bi alîkarîya xelkên din ev desteya navxweyî evê dijîtîyê dike, ez dîsan dibêjim; ku mixabin.. ew ewqasî bê hilwest û bê vên in, ku ew nizanin berjewendîya gel û neteweya wan di çi de ye û bi nezanî jî, xizmeta ajendayeka biyanî û bêgane dikin.
Ji ber evê çendê, di herdu şiroveyan jî de karê wan li dijî evê ezmonê ye û li dijî pêşveçûna herêma kurdistanê ye, ku ev çend sal in bi saya serokatîya cenabê serok Barzanî aramî, akincîbûn, pêşkevtin û geşbûna aborî û pêgihîna siyasî li herêma kurdistanê bi cih bûne. Ev jî ji hemû kesekî evî welatî re fexr û şanazî ye. Ji ber evê çendê, heger grûpek bixwaze bi derew û deleseyên xwe evan hemû destkevtan nehêle, ez ji wan re dibêjim; ku werîsê derewan kurt e. Herweha, ez ji wan re dibêjim; ku heger cudayîyên me jî hebin, em dikarin bi diyalogê ewan cudayîyan nehêlin, belê divê negihêje ewî radeyî ku destkevt bikevin xeterê de. Em rê nadin ku asayiş û ewledarîya evê herêmê xerab bibe.
Gulan: berî em behsa şoreşa gulanê bikin, em dixwazin tu tiştekî ji gelê kurdistanê re bibêjî.
Mesrûr Barzanî: tenê hêvîya min ew e, ku gelê kurdistanê serkevtî be. Herweha, ez wan dilhêsayî dikim, ku dê asayiş û ewledarîya evî welatî berdewam be û em rê jî nadin, ku asayiş û ewledarîya evê herêmê ji bo mebestên taybetî xerab bibe. Ez dubare dikim, ku me berpirsyarî xistiye ser milê xwe da ku em xizmeta welat û hevwelatîyên xwe bikin û divê em hevwelatîyan dilhêsayî jî bikin, ku em xizmetkarên wan in û em dê bi berdewam jî xizmeta wan bikin.
VEXWENDINA ŞOREŞA GULANÊ
Gulan: şoreşa gulanê yek ji îstgehên dijwarên karwanê xebata rizgarîxwaza gelê me ye û herweha, îstgeheka ewan qonaxên dijwar e, ku PDK tê re derbas bûye. Heger li angora nerîna evroj em şoreşa gulanê vebixwînin, gelo em dê çawa bikaribin sûdê (faydeyê) ji şoreşa gulanê werbigirin?
Mesrûr Barzanî: ez dê bersiva evê pirsê bi fermûdeyeka (zargotineka) cenabê Barzanîyê nemir bidin, ku dibêje: di şkestinê de bê hêvî nebin û di serkevtinê jî de xwe mezin nebînin. Piştî şkestina şoreşa mezina eylûlê, şoreşa gulanê bersiva nehez û neyarên gelê me bû û ronahîya zindîbûna xebat û hêvîya serkevtinê û destpêka şoreşeka nû bû, ku dirêjîya şoreşa eylûlê bû. Ev waneya (dersa) han herdem ewê yekê dihîne bîra me, ku vêna (îradeya) gel û bawerîya bi xwe ya li beramber planên dijminan, xurttirîn çek û hêz in.
Gulan: heger şoreşa gulanê xeleka zincîra dîroka bizava rizgarîxwaza me be, gelo şoreşa gulanê çawa sûd ji şoreşa eylûlê wergirt û çawa dest bi nivîsandina dîrokeka nû kir?
Mesrûr Barzanî: rabûna ji nava şkestina mezina ku bi planeka navdewletî çê bûbû, ne tiştekî hêsan bû. Ew rastî ji serokatîya şoreşa gulan re dîyar bû, ku mercê serekîyê pêkanîna armancan ew e, ku divê mirov pişta xwe bi Xweda û hêza gel ve girê bide. Herweha, gerek pîkol bihê kirin, ku xelk dîsan bawerîya xwe bi şoreşê bihînin û şopên nakokîyên navxweyî nemînin û bi evê çendê re jî, dijwartirîn qonaxên şoreşê ew bûn, ku şoreş li beramber êrîşên yek li duv yekê yên dirrindeyên (hovaneyên) rejîmê dirawestiya. Divabû pîkolek mezin bihê kirin, da ku şkestina şoreşa eylûlê dubare nebe. Şoreşa gulanê bi awayekî nûjentir û li ser bingeha rû bi rûbûna leşkerîya sînordar a bi dijmin re û hebûna rêxistinên nihênî, hêvîya serkevtinê misoger kir û li ser bingeha xebata meydanî û nasandina doza gelê kurd ji cîhanê re şoreş berdewam kir. Partî di herdu şoreşan de – eylûl û gulan – dîsan hêvî ji gelê kurd re çê kir.
Gulan: şan û şerefa hilkirina şoreşa eylûlê û şoreşa gulanê di nava bizava rizgarîxwaza gelê kurd de ji partî re ye. Di herdu şoreşan jî de hêvîyek ji nava bêhêvîbûnê dîsan ji gelê kurd re pêk hat. Heger em rewşa xwe ya niha jî wek xelekeka dina dîroka şoreşa eylûlê û gulanê bixwînin, gelo em dikarin geşbîn bin ku partî hêvîya nifşên ayinde (paşrojê) ye?
Mesrûr Barzanî: bê goman e, ku partî di nava qonaxên xebata gelê me de pêşeng e. Partî ne tenê di herdu şoreşan de hêvî ji gelê kurd re bi cih kir, ew gelekî baş pêkhateya siyasî û civakî û xaknîgarîya (ciyografîya) kurdistanê jî fam kirbû. Xala dina ku cudayîya navbera PDK û partîyên dinên kurdistanê ye ew e, ku serokatîya partî her ji serdema Barzanîyê nemir ve û heta serdema serok Mesûd Barzanî, di nava kurdistanê de bûye. Ji bo niha û ayinde jî partî weha fam kiriye, ku divê ew bi gel re be û li astê famkirin û rastîyên gelê xwe be. Partî nade duv dirişman û ji bo azirandina hez û vîna kêmberekê (kêmneteweyekê) kar nekiriye û nake. Ew herdem dirişmên weha bilind dike, ku ew bikaribe wan pêk bihîne û serkevtinê misoger bike. Her li angora evê nerînê jî, partî herdem xwe bi reyalizma welat û gelê kurdistanê re guncandiye û bi hembêzeka vekirî, nûxwazîyê û pêşkevtinxwazîyê qebûl dike û rê ji nifşên niha û ayinde re xweş dike, da ku cihên xwe di nava partî de bibînin û di qonaxên nû de serokatîya partî bixin destên xwe de. Ev corê hanê siyasetê weha kiriye, ku partî akincîtir be û xelk bawerîya xwe pê bihînin û ayindeyê partî jî rohn be. Partî pişta xwe bi gencan û nifşê nû ve girê dide û evaya egerê berdewambûna partî ye.
Gulan: şoreşa gulanê me fêrî (hînî) du xalên giring kir. Yek ji wan rabûna piştî şkestinê ye û ya duyem jî ew e, ku ev erkê dijwar ji bo serkirdayetîyeka genc bihê sipartin. Ev vexwendina han û wergirtina sûdê ji şoreşa gulanê ji bo ayinde weh me fêr dike, ku divê em ji bo rabûnê bi erkê xwe rabin û em xwe ji bo qonaxên sext û dijwar amade bikin. Em weha jî fêr dibin, ku divê em pişta xwe bi nifşê nû ve girê bidin. Pirsa me ev e; gelo divê heta çi radeyî (heddî) em li angora nerînek rexneyî xwe vebixwînin û em heta çi radeyî jî, pişta xwe bi genc û nifşên nû ve girê bidin?
Mesrûr Barzanî: partî herdem bi sîngeka fireh rexneyan qebûl dike û herdem amade ye ku li xwe vegere û bi awayekî reyalîte dîroka xwe û demên xwe yên derbasbûyî vebixwîne, da ku şaşîyên dema derbasbûyî dubare nebin û ji bo baştirkirina ayinde wane bihên wergirtin. Partî bûyerên derbasbûyî bi awayekî zanistyane vedixwîne da ku cihê pêyê xwe di ayinde de xurt bike. Partî pişta xwe bi genc û nifşên nû ve girê dide û evaya egerê berdewambûn û serkevtina partî ye. Rast e.. partî ji ber evê kultura xwe û sincê (exlaqê) xwe, herdem rêzgirtinek mezin dide xebatkar, şoreşger û siyasetmedarên mezin û sûdê ji ezmona wan werdigire. Belê herdem rê li ber nifşê nû jî vekiriye, da ku ber bi pêş ve bihê. Ango; veguherîna serokatîya partî ne ji bo nehiştina nifşê kevn bûye, belê bi awayekî sistematîk û li ser xwe, anîna nifşê nû ayindeyê partî misogertir kiriye. Serokatîya şoreşa gulanê, hebûna alîyên dinên siyasîyên kurdistanê qebûl kiriye û herdem pîkol kiriye, da ku ew bi hev re kar bikin.
Gulan: her bi destpêkirina şoreşa gulanê re rewşa pluralizma siyasî jî li kurdistanê çê bû. Partî di evê qonaxê de zû xwe guncand û şiya di nava çend bereyan de evî giyanê plural biparêze. Çawa ev guherîna ha çê bû?
Mesrûr Barzanî: serokatîya şoreşa gulanê bûyer wek rewşa xwe ya heyî vedixwend û dan û standinek reyalîteyî bi rewşa kurdistanê re dikir û serokatîya hemû alîyên dinên xebatkar qebûl kiriye û herdem pîkol kiriye, ku ew hemû bi hev re kar bikin. Belê her dîjîtî bi partî re dihat kirin û dikevt ber gefên nemanê de. Partî jî di ewan deman de bergirî di ber xwe û berjewendîyên gel de kiriye û her dema ku derfet hebûbe, partî destê dostanîyê û hevpeymanîyê dirêj kiriye û li gel partîyên dinên kurdistanê xebat berdewam kiriye. Partî ticaran ji dijberîya yên din netirsiya ye û ewqas bawerîya wê jî bi wê hatiye, ku pluralizim têkoşîna gelê me dewlemendtir dike û bi dilsozîyek mezin jî amade bûye, ku bi alî û hêzên din re di yek sengerî de xebat ji bo kurd û kurdistanê kiriye. Belê mixabin.. partî neşiya (nikarî) wek pêdivê, jinên bi şiyan û bi rêjeyek berçav bigihîne astê serokatîyê.
Gulan: niha partî xwe ji bo sazdana kongireyeka nû amade dike. Amadekarîya ji bo kongire jî, ango amadekarîya ji bo vexwendina partî û bi awayekî rexneyî ye û amadekirina bernameyekî jî ye, ku ew bername bi qonaxên ayinde re bigunce. Heger em li angora giyanê şoreşa gulanê û bi nerînek rexneyî û wêrek partî vebixwînin, gelo em dê hest nekin, ku di maweya (muddeta) bêtirî 50 salan de partî nikariye astê beşdarîya jinê di serokatîya partî de berfirehtir bike? Wek nimûne jî di sala 1959 de tenê partî cihê jinê di serokatîyê de çê kir. Belê niha (sala 2010) ew rêje (nisbet) zêde nebûye. Gelo li angora nerîna we ev ne rexne ye û li partî dihê girtin? Gelo we hizir kiriye, ku astê beşdarîya jinê di nava partî de ne wek pêdivê ye? Gelo hûn dê çawa bersiva jinên kurdistanê bidin, heger di evî biwarî de rexneyê li we bigirin?
Mesrûr Barzanî: ez weha dibînim, ku di kongireya dahatî de em dikarin rêz û cihê partî di hemû biwaran de xurt bikin. Bernameyek baş û nû li nik partî heye, da ku ew xwe bi pêşkevtinan re biguncîne û ber bi ayindeyekî rohn ve û ji bo serwerîya gel û welat biçe. Bê goman e, ku nebûna rêjeyeka xuyanîya jinan di hemû rêxistin û dezgehên siyasî û civakî û… hd de dilê me xweş nake, belê heger em bi awayekî lojîkî li pêkhateya welatê xwe binerin, ji ber egerên kulturî, dîrokî û oldarî, rê ji jinê re nehatiye dan da ku wek pêdivê ber bi pêş ve biçe. Her ev nerîna berteng bi xwe weha kiriye, ku jin jî xwe amade nekin û beşdarîyê di civakê de nekin. Ji bo ku wekhevî hebe û beşdarîya jinê aktîv bibe, partî zû yekîtîya afretan (jinan) damezrand û hêvî jî kir, ku jinên bi şiyan û pêgihijtî bikevin rêzên pêşîyên serokatîyê de. Belê mixabin.. her ji ber çi egerekî jî be, partî neşiyaye wek pêdivê evî erkî bi cih bike û jinên bi şiyan, bi rêjeyeka xuyanî bigihîne astê serokatîyê. Ez hêvîdar im, partî ji niha û pê ve dergeh vebike û jin jî bikaribe rolek mezin û bi bandor bibîne. Belê ne tenê ji ber ku ew jin e, belê ji ber ku ew bi şiyan, têgihijtî û pêgihijtî ye. Hebûna yekîtîya xwendevanan û yekîtîya gencan jî, nîşana hebûna ewê giringîyê ye, ya ku ji xwendevan û gencan re heye.
Gulan: em ji alîyekî din ve weha rexneyê li partî digirin, ku giringîya partî ya ji bo xwendevan û gencên kurdistanê, ne li angora giringîya dîrokî ya wê ye. Gelo giringîya ji xwendevan û gencan re di bernameya we de çawa ye?
Mesrûr Barzanî: belkî ev vexwendina han ne gelekî dirist be. Ji ber ku hebûna yekîtîya qutabîyan (xwendevanan) û yekîtîya lawan (gencan) nîşana hebûna ewê giringîyê ye. Dibe ku ji ber negirêdana kongireya partî, guherîn di serokatîya partî de nebûye û ev jî, ji ber çend egerên xuyanî ye û dibe weha hatibe hestkirin, ku giringîya partî ya ji xwendevan û gencan re kêm bûbe. Herçende, ti pîvan di bareya rola xwendevan û gencan de nînin. Ez weha dibînim, ku herçiqas em giringîyê bidin nifşê nû, hêz û şiyanên nû û bîr û zanînên nû, dê temenê (emrê) tije serwerîyê partîya me jî dirêjtir bibe. Ewa ku di şiyana min de ye jî ew e, ku min gelek pîkol kiriye da ku ez ewan gencên xwedî şiyan bihînim pêş û rola bi bandor jî bidim wan. Ew gelekî jî di bareya bi cihanîna erkên xwe de serkevtî bûne. Bi rastî xwendevan û gencên weha yên xwedî şiyan û jêhatî yên partî hene, ku ew dihêlin em demeka dirêj di bareya ayindeyê partî de dilhêsayî bin. Ew bîr û bawerîyên ku partî di ber wan de xebatê dike, sînor derbas kirine û pirranîya gelê kurdistanê bi partî re hevbîr e û alîgirê partî û dirişmên partî ye.
Gulan: cemawerê partî ji rêxistinên partî bêtir e û cemawerê partî ne tenê hevwelatîyên kurdistana Iraqê ne, belê yên hemû kurdistana mezin in. Kurdistanî partî partîya xwe dibînin. Gelo em dikarin di evê çarçêweyê de rexneyekê li partî bigirin û em bibêjin, ku partî di evê bareyê de kêmterxem (bi ihmal) bûye û divê di ayinde de çavdêrîya evî alîyê han bike?
Mesrûr Barzanî: armanca serekîya partî pêkanîna armancên gelê me bûye. Dibe gelek kes alîgir û piştevanên partî bûbin û endamên rêxistinên partî jî nebûbin. Ew bîr û bawerîyên ku partî xebatê di ber wan de dike, bê goman e ku sînor derbas kirine û pirranîya gelê kurdistanê hevbîr û alîgirên partî û dirişmên wê ne. Ji alîyekî din ve, partî ti deman bi hest û dilsozîya gelê xwe nelîztiye û herdem xwe ji bo gelê xwe kiriye qurban û ew bi evî awayî, ne wek ewan hemû partîyên kurdistanî bûye, ewên ku di qada kurdistanê de xebat kirine. Partî nexweztiye tenê ji bo azirandina hestê neteweyî, gelê kurd bixe ber gef û êrîşên hemalî de. Partî fam jî kiriye, ku çareya dawî ya doza kurd aştîyane û bi rêya diyalogê ye. Siyaseta partî weha bûye, ku divê ew bergirîyê di ber mafên rewayên gelê kurd de bike û piştevanîya mafên rewa yên gelê kurd ên li her cihekî cîhanê bike. Belê rewşa heyî ya siyasî û xaknîgarî ya evroj jî baş fam dike û naxwaze, ku destwerdanê di nava kar û barên parçeyên dinên kurdistanê de bike û bi bizivandina (tehrîkkirina) dilsozîya neteweyî ya seranserî, êrîş û dijmindarîyeka seranserî jî li dijî kurd pêk bihîne. Wate partî ne kêmterxem (bi ihmal) bûye, belê siyaseta rasta partî ya ji bo vedîtina çareyeka aştîyane ji doza kurd re weha kiriye, ku partî di qada navdewletî de dan û standineka lojîkî bike. Ji ber evê çendê, partî xebatê dike da ku ew hemû mafên rewayên gelê kurd pêk bihîne.
Gulan: partî herdem wek konekî mezinê bîra neteweyî, rewşengerî û resenîya kurdistanê bûye. Ji ber evê çendê jî xelkê xwe daye jêr evî konî û di nava partî jî de, hîna ev bîra han nehatiye guherandin. Bila em rohntir bibêjin; ku partî pasevanê bereyeka neteweyîya kurdistanê ye û pasevanê rewşengerî û resenîya civaka kurd e. Çawa em dê evê peyama partî careka din ji rewşenbîrên kurdistanê re dupat bikin?
Mesrûr Barzanî: partî dirist bû da ku mafên rewayên gelê kurd biparêze û bergirîyê di ber hebûna kurdistanê û xaka kurdistanê de bike. Partî dirist bû da ku bawerîya bi xwe li nik hemû kesekî evî welatî dirist û bi hêz bibe û ti kes xwe kêm nebîne. Partî ji bo ewê yekê dirist bû da ku hevwelatîyên kurdistanê xwe wek hemû neteweyên din bibînin û da ku rewşek weha dirist bibe, ku tê de hizra siyasî û rewşenbîrî û şiyanên hemalîyên neteweya me ber bi pêş ve biçin û destkevtên bêtir bi dest ve bihên. Herweha, da ku asoyekî rohntir berdest bibe û partî erkê paraztina hemû destkevtên gel ên di hemû qonaxan de xistiye stûyê xwe de. Ji ber evê çendê partî bi berdewamî xebatê dike, da ku hemû mafên rewayên gelê me pêk bihên. Evaya naveroka peyam û xebata partî ye û ewên ku rewşenbîr in û dikarin bûyeran wek xwe vebixwînin, ji partî fam kirine.
Gulan: hinek dibêjin ku partî ne partîyeka ideyolojîk e û cihê hemû bîr û nerînan tê de heye. Gelo hûn jî piştgirîya evê bîr û nerînê dikin? Heger weha be ev taybetmendîya partî çi wateyê dide?
Mesrûr Barzanî: bi kurtî; partayetî Kurdayetî ye. Partî ji serdema diristbûna xwe ve ji bo ewê yekê bûye, ku ew xizmeta kurd û kurdistanê bike. Ji ber evê çendê, xwe girêdayî ti corekî bîr û nerînên berteng nedîtiye, ku tenê neteweyekê yan corekî çîn û tivêjan destnîşan dike. Firehbûna meydana hizrî û têkoşana nava partî ewqas berfireh e, ku hemû kesek û bê cudayîyên neteweyî, regezî, oldarî û hizrî cihê xwe tê de dibîne. Li gel hêvîya serkevtina gelê me û hêvîya serkevtina partî û Barzanî.
Top