• Tuesday, 30 April 2024
logo

Hafizê Kurd li ser asta Tirkiyê bu yekemîn

Gulan Media April 17, 2021 Corane
Hafizê Kurd li ser asta Tirkiyê bu yekemîn
Hafizê Kud yê bi navê Hamza Yaniç ê ji Colemêrga Bakurê Kurdistanê di pêşbirka xwendina Quranê de li ser asta Tirkiyê bû yekemîn.

Di 16ê Nîsana 2021an de encamên pêşbirka xwendina xweş a Quranê ku 5 kes tevlî bûbûn eşkere bû.

Îro roja Înê di bernameyeke taybet ya fitarê de di pêşbirka xwendina xweş a Quranê de ciwanê Kurd Hamza Yaniç ê ji Şemzînanê di navbera 5 hafizan de li ser asta Tirkiyê bi 383 puanan bu yekemin.

Pişbirka xwendina Quranê di bin çavdêriya juriyan de ji heftê carek pêk tê. Yekemê hefteyê di dawiya meha remezanê de beşdarî fînalê dibin. Yekemê hefteyê bi 3 zêran tê xelatkirin. Bavê Hamza Yaniç, Yusuf Yaniç jî bi salan e ku li Şemzînanê meletiyê dike.

Rudaw
Top