• Tuesday, 30 April 2024
logo

Li dijî Nusret Gokçe doza 5 milyon dolarî

Gulan Media April 16, 2021 Corane
Li dijî Nusret Gokçe doza 5 milyon dolarî
Şêfê Kurd Nusret Gokçe ku bi şêwazê xwe yê taybet yê xwêkirina xwarinê navê wî li cîhanê belav bûye niha dozeke 5 milyon dolarî li dijî wî hate vekirin.

Şêf û fenomenê navdar ê Kurd Nusret Gokçe ji ber nîgareke li restorranta xwe bikar aniyê, li dijî wî doza telîfê hate vekirin.

Nusret Gokçe, ji bo restoranta xwe ya Miamiyê, wêneyê wî yê bi şêwazê xwe yê taybet ê xwêkirina xwarinê li ser diwar bêne çêkirin, wî û hurdu hunermedên li Amerîkayê dijîn, William Hicks û Josphe Iurato li hev kirin.

Lê Nusret Gokçe nîgarê ji bo diwarê restoranta li Miamiyê hatine dizaynkirin, li restorantên xwe yên li Doha, Dubaî û New Yorkê jî bikar aniye.

Herdu William Hicks û Josphe Iurato îdia dikin ku dizayna wan bêyî destûra wan li şaxên din ên restoranta Nusret Gokçe hatine bikaranîn û li ser wê yekê li Dadgeha Ferderalî ya Manhattanê doz li dijî şefê Kurd vekirin.

William Hicks û Josphe Iurato weke mafê telîfê daxwaza 5 milyon dolaran dikin.

Nusret Gokçe ji gundê Bêrdikê li qezaya Ortilyanê ya ser bi parêzgeha Erzerom a Bakurê Kurdistanê ye.

Di sala 2017an de peyamnêrê Rûdawê, Şewket Herkî raportek derbarê Nusret Gokçe û cihê jidayikbûna wî de amade kiribû û serdana gundê wî kiribû.

Kesûkarên Nusret Gokçe hêj jî li heman gundî dijîn û bi Kurdî diaxivin.

Nusret ku xwediyê restoraneke navdar e û li gelek bajarên mezin ên cîhanê şaxên restorana xwe vekiriye, di sala 2019an de li Festîvala Fîlman a Cannes de xelata Baştirîn Blogger wergirt.

Nusret Gokçe, Kurdê Erzeromî ku niha li cîhanê gelek bi nav û deng e, di sla 2019ê de ragihandibû, ku buhayê branda şirketa wî derdora 1.5 milyar dolarî ye.

Ji her çar aliyên cîhanê gelek kesayetên navdar, hem siyasetmedar, hem werzişkar û hem hunermend di restoranên Nusret de amade bûne û wêne pê re kişandine.

Rudaw
Top