• Tuesday, 23 April 2024
logo

Li Amedê berxika 6 ling hat dinê

Gulan Media January 17, 2021 Corane
Li Amedê berxika 6 ling hat dinê
Li navçeya Çinar a Ameda Bakurê Kurdistanê berxika ku 6 ling hat dine, bala mirovan dikşîne.

Li Gundê Qerhatî yê li Çinarê yek ji mihên welatiyê bi navê Maksut Bulut ê ku pez xwedî dike za û berxikekî 6 ling anî dinê.

Berxika 6 ling a ku mirovên dibîne diheyirîne gelekî bala niştecihên taxê dikşîne.

Maksut Bulut diyar kir ku biqasî 20 roj berê berxik hat dinê û dema dîtin ku 6 lingê wê heye şaş û metel man.

Bulut got ku ji bav û kalan ve bi heywandariyê ve mijûl dibin lêbelê cara ewil e ku bi rewşeke wiha re rû bi rû man û wiha axivî: “Me berê li bajarê xwe tişteke wiha nedît. Me ji bav û kalên xwe pirsî, berxikeke 6 ling nedîtine. Teqdîra Xwedê ye, em dikarin çi bibêjin. Berx dema zayînê berevajo hat dinê lêbelê di tenduristiya wê de tu pirsgirêk nîne, şîrê xwe vedixwe. Bi berxikên din re direve û dilîze. Ferqa wê ji yên din tenê ew e ku 6 ling e.”

Bulut behs kir ku berxikê nîşanî beytar da û gotin ku ji bo niha gelekî baş e.

Rudaw
Top