• Thursday, 25 April 2024
logo

Li Gundê Difnê şikeftan vediguherînin otelan

Gulan Media January 14, 2021 Corane
Li Gundê Difnê şikeftan vediguherînin otelan
Bi xilasbûna Bendava Ilisûyê ya Heskîfê ji xeynî mîrateyên dîrokî bajar jî yekser di bin avê de ma. Bi avabûna bajarek nû jîyanek nû ya ji avê tê avakirin. Bi bendavê re otelên turîstîk jî di bin avê de man,di halê hazir de li Heskîfê tenê mêvanxaneya zaningehê heye ew jî têra geştyaran nake. Ji ber wê jî bi armanca ku Heskîf carek din bibe navenda geştyariyê qaymeqamtiya navçeyê li Gundê Difnê dest bi otelên ji şikeftan kiriye.

Gundê Difnê 2 kîlometre li rojavayê Heskîfê ye û xwedî dîrokek 10 hezar salan e. Li gund zêdetirî 100 şikeft hene. Di beşa ewil de 10 şikeft weke otel hatine duruskirin û tên raxistin, biryar e di demên pêşde jî 30 şikeftên din jî weke otel werin çêkirin. Bi vî awayî geştyarên ku herin Gundê Difnê yên di otelên şikeftî de bimînin.

Piştî ku bajarokê kevnar Heskîf di bin bendava Ilisûyê de ma, otelên Heskîfê hemû binav bûn, cîhek ji bo ku geştyar lê bimînin ne ma bû.

Jîngehparêz Emin Bulut dibêje: “Dîroka Difnê û Heskîfê bi hevre gîrêdayî ne. Wexta ku girêdayî Heskîfê ye mîr û beg û, qral û siltan û hukumdarên Heskîfê dihatin vi seydê, ev gund ji wan re cîhê nêçîrê bû. Cîhê keyf û sefayê bû ji wan re. Em bêjin ev gund zozanê Heskîfê ye. Projeya şikeftên otêla nêzîkî du salin li Gundê Difnê berdewam dikin. Em jî dixwazin bi wê jiyana kevn û kevnok bi rastî jî, bi xwezayê,bi dîrokê ji bo ku em geştyarên dinyayê bikişînin vira bikişînin Heskîfê ji me re girîng e.”

Li derdora Gundê Difnê zêdetirî 100 şikeft hene, bi berdewam projeyên bi vî rengî diyare ku şikeftên temen mezin carek din ji mirovan re bibin jîngeh. Herwiha bi xilasbûna projeyê hem ji bo turîzma xwezayî hem jî ji bo turizma dîrokî geştîyarên carek din berê xwe bidin Heskîf û dor berên wê.

Nişteciha gund Fadile Yavuz jî got: “Ev şikeftên me hemû otêl in, gundê me zehf xweş e. Bila geştyar werin vir, bila xelk werin vir, bila herkes werin vir.”

Niştecihê gund Fatih Ekincî diyar kir ku li Heskîfê tiştek nemaye û got: “Qet nebe tiştên wiha çiqas çêbin baş e.Tiştên meraqê çiqas hebin ewqas mirov dê werin.”

Kesek bi navê Ekrem Îpekd Seyîd jî got: “Eger bibe, dibe ku ciwanên gundê me tê de bişixulin da ku fayde bide gund.”

Nuştecih Xelîk Tan jî anî ziman: “Ev gund jî beg ne tê de yên mayî her yek cîhek din hatin li vir niştecîh bûne.”

Niiştecin Îbrahîm Oner jî da zanîn ku li herêmê cihên ku geştyar serdanê bikin gelek in û got: “Dîroka gund kevn e, şikeft gelek in û cîhên ku însan lê bigerin pir in.”

Heta niha 10 şikeft weke otel hatine çêkirin û raxistina wan tê kirin,di rojên pêş de bi çêkirina zêdetirî 30 odeyên din yên ji şikeftan Gundê Difnê yê bi geştyaran geş bibe.

Rudaw
Top