• Friday, 26 April 2024
logo

Elon Musk bû dewlemendtirîn kesê cîhanê

Gulan Media January 8, 2021 Corane
Elon Musk bû dewlemendtirîn kesê cîhanê
Rêveberê Giştî yê (CEO) herdu kompaniyên Tesla û SpaceX, Elon Musk rêzbenda dewlemendtirîn kesê cîhanê ji Jeff Bezos xwediyê kompaniya Amazon wergirt û bi sermayeya 188.5 milyar dolar bû dewlemendtirîn kesê dunyayê.

Roja pêncşemê darayî ya giştî ya Elon Musk gihîşte 188.5 milyar dolarî û bi qasî 1.5 milyar dolar li pêş darayî ya Jeff Bezos xwediyê kompaniya Amazon ket, ku ji Cotmeha sala 2017 ve kesê herî dewlemend ê cîhanê bû.

Elon Musk di retwittekê de ku têkidarî wî û bûna wî wek dewlemendtirîn kesê cîhanê hatiye kirin, nivîsiye: Çawa? Seyr e!

Musk xwediyê ji sedî 18 ê pişkên kompaniya Tesla ye, ku buhayê wê kompaniyê bo cara yekem 700 milyar dolar derbas kir û doh buhayê pişkên wê kompaniya mezin a teknolojiyê gihîşt 755.98 milyar dolarî.

Tesla di berhemanîna otomobîlên elektrîkî de kar dike, bi sedema bilindbûna xwesteka li ser van corên otomobîlan, buhayê pişkên wê berdewam bilind dibe û niha buhayê Tesla li pêş kompaniyên mezin û navdar ên weke Toyota, Voks Wagenm Hundai, General Motors û Ford ketiye.

Li gor rêzbendiya Bloomberg a bo milyarderan, Elon Musk di meha Hezîrana 2020 de bi sermayeya 74 milyar dolaran piştî Jeff Bezos, Bernard Arnolt, Bill Gates û Marc Zakerberg dihat, di demekê de ku di meha Nîsana heman sale de jî di nava rêzbendê de 31mîn kesê dewlemend ê cîhanê bû.

Elon Musk di meha Hezîrana derbasbûyî de têkildarî sermaye û darayiya xwe ji Kovara Forbes re gotibû: Ev hejmar bilind dibin û dadikevin, lewma bo min tiştekî gelek giring nîne, ya giring be çêkirina berhemên baş e ku xelk jê hez bikin.

Li gor kovara Forbes, Elon Musk sala 2012 di nava 400 dewlemendên cîhanê de bi sermayeya 2.4 milyar dolarî di rêza 190ê de cih girtibû û di Kanûna 2020 de jî 37mîn kesê dewlemend li cîhanê bû.

Ji mehên destpêka sala bihorî ve û piştî belavbûna pandemiya Coronayê kompaniyên teknolojiyê sûd ji mana neçarî ya xelkê di malan de wergirtin, û bi wê sedemê jî buhayhên pişkên wan kompaniyan gelek bilind bûne.

Rudaw
Top