• Friday, 29 March 2024
logo

Li Amedê bazara Berhemên Xwemalî hat vekirin

Gulan Media December 18, 2020 Corane
Li Amedê bazara Berhemên Xwemalî hat vekirin
Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê, îro Bazara Berhemên Xwemalî hate vekirin.

Bazar îro di merasimekê de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatiye çêkirin. Di vê bazarê de her cure fêkî, sebze û berhemên xwemalî yên 17 navçeyên Amedê dê bêne firotin.

Bazar li Taxa Dîclekent a navçeya Peyasa Amedê ye û ji 24 dikanan pêk tê.

Bazara xwemalî dê her roj ji saet 10.00'an heta 19.00'an vekirî be.

Vekirina bazara berhemên xwemalî li Amedê rastî pêşwaziyeke germ a welatiyan hatiye.

Rudaw
Top