• Friday, 26 April 2024
logo

Li Hewlêrê projeya xwedîkirina masî bi sîstema Norwecî

Gulan Media September 24, 2020 Corane
Li Hewlêrê projeya xwedîkirina masî bi sîstema Norwecî
Li ser asta Herêma Kurdistan û Iraqê bo cara yekem projeya xwedîkirina masî bi sîstema Norwecî li bajarê Hewlêrê qonaxa yekem temam kir. Piştî temambûna hemû qonaxan şiyana wê dê hebe ku salane 3 hezar masî bê berhem anîn.

Ev proje li ser rêya Şemamik hatiye avakirin, dikeve başûrê xwarê Hewlêrê û 11 kîlometran ji şeqama 100 metrî dûr e.

Ebdulkerîm Ehmed Cesîm, xwediyê projeyê, dibêje, “Sala 2013an me projeya xwedîkirin û berhemanîna masî bi hevbeşî li gel kompanyayeke Norwecî damezrand ku ev yekem car e li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê. Tevî birîna budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve û şerê DAIŞê ev proje ranewesta û berdewam bû her çiqas hinekê bi paş ketibe.”

Ehmed Casim dibêje, li welatên derdora Iraqê ev sîstem nîne lê diyar dike ku piştî bi serkeftina projê Îmarat, Tirkiye û Îran jî dixwazin vê projeyê cîbicî bikin.

Xwediyê projeyê dibêje, “Sala 2018an yekem car berhemanîna masî bi sîstema Norwecî ku ciyawaz e ji sîstemên berhemanîna masî yên li Iraqê, pêk hat. Em dê projeyê tenê bi berhemanîna masî sînordar nekin û pêş bixin û belav bikin.”

Casim dibêje, ew dê Hewlêrê bikin navendeke berhemanîna masî û tekez dike ku eger Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniyê bide ew dikarin salane 3 hezar ton masî berhem bînin.

Rudaw
Top