• Friday, 29 March 2024
logo

Koçerên li Meraşê dest bi çêkirina penîr kirine

Gulan Media September 9, 2020 Corane
Koçerên li Meraşê dest bi çêkirina penîr kirine
Koçerên zozanên Meraşa Bakurê Kurdistanê dest bi çêkirina penêrê bi giya kirine.

Penîrê koçerên Kurdistanê gelekî navdar e. Ne tenê li Bakurê Kurdistan, li hemû deverên ku zozan û çêrgeh lê hene berhemên wan yên şîrî bi tahm û lezzet e. Koçer pezên xwe li zozanan bi gîhayên cur becur xwedî dikin û ev yek jî tehma şîrê wan xweştir dike.

Koçerên zozanên Meraşê dest bi çêkirina penêrê bi giya kirine. Penîrê ku bi giyayên weke sîrik, mendik, giyazava, giyabûkê tê çêkirin, li gelek parêzgehên Bakurê Kurdistanê daketiye bazaran.

Penîrê bi giya yê ku li gelek parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi nav û denge, ji şîrê pezê ku li zozanan bi awayekî xwezayî tê xwedîkirin û ji cûrên cuda yên giyayên bi tendurist ên zozanan tê çêkirin.

Koçerê bi navê Seyfedîn Urak dibêje giya tamekî xweş dide penîr.

Berhemînanê Penîr Seyfedîn Urak: “Weke tirşiyê, em giyayê xwe dixin bîdonan, pişt re em bi ava paqij dişûn û tevlî penîr dikin. Giyayê wê gelek bi tam e, tamekî xweş dide penîr”

Li gor koçerê berhemhînanê penîr, rojane ew 200-300 kîloyên şîr çêdikin û heta destpêka zivistanê nêzîkî 2 tonên penîr dê berhembînin.

Seyfeddin Urak herwiha got: “Ev bo mehek û nîve em li vir in, nêzîkî 800 kg me çêkiriye, heta destpêka zivistanê em dê nêzîkî 2 tonan çêkin, niha rojane em 200-300 kiloyê şîr çêdikin.”

Koçer piranî li ser daxwaza kiryaran penîrê xwe berhemtînin. Piştî ku penîrê xwe çêdikin, di nav ava sar ya zozanan de dihêlin û li ser daxwazê dişînin parêzgehên din weke Mêrsînê, Edanê, Dîlokê û parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê.

Rudaw
Top