• Thursday, 25 April 2024
logo

Lîstikvanê Kurd Amed Bozan: Baweriya min hebû ez xelat werbigirim

Gulan Media September 5, 2020 Corane
Lîstikvanê Kurd Amed Bozan: Baweriya min hebû ez xelat werbigirim
Lîstikvanê Kurd Amed Bozan ku li Swêdê xelata ‘Lîstikvanê Herî Serkeftî yê Mêr` wergirt beşdarî bernameya Diyaspora ya Rûdawê bû û got, “Roleke gelek zehmet û giran bû.”

Amed Bozan behsa rola xwe ya di rêzefîlma “Khalifat”de kir û got, “Roleke gelek giran û zehmet bû. Min di nava 2 mehan de 13 kîlo dan. Di aliyê psîkolojîk de gelek zehmet bû.”

Bozan xelkê Ameda Bakurê Kurdistanê ye û di temenê xwe yê 3 salî de li gel malbata xwe koçî Stocholma Swêdê kiriye.

Amed Bozan li ser rola xwe ya di wê rêzefîlmê de dibêje, “Tişta zehmet ew bû ez têbigihijim ku ez çawa dikarim empatî bi wî mirovî bi wê role re bikim ku baş bilîzim. Lê min gelek xwend, ez gelek bi doktoran re axivîm.”

Ew lîstîkvanê Kurd amaje bi wê dike ku destpêkê dilê wî li ser nebû wê role qebûl bike û got, “Min nexwest roleke terorîst bilîzim. Lê paşê ez bi dîrektorê me re axivîm û wî xwest ez xwe biguherim. Min di rola pêşiyê de bawerî wergirt.”

Li ser populerbûna rêzefîlma Khalifat jî Bozan dibêje, çîrokeke li ser pirsên gelek giran bû û me ew pêk anî û got, “Li Swêdê bînerên wê nêzikî 6 milyon kes bû.”

Amed Bozan diyar dike ku baweriya bi wê hebû ku wê xelatê werbigire û derbarê projeyên xwe de jî dibêje, wê dê di fîlmek û rêzefîlmek din de jî bilîze.

Amed Bozan herwiha di dewama gotinên xwe de dibêje, li mala wan tenê bi Kurdî diaxivin û dayik û bav tenê bi Kurdî bi wan re diaxivin.

Amed Bozan, di fîlma Kalifat a li ser platform Netflixê hatiye belav kirin de, rola DAIŞiyekî dilîst û navê wî di fîlm de Husam e û bi wê rola xwe xelata “Lîstikvanê Herî Serkeftî yê Mêr” a xelata Kristallen ku baştirîn xelata televizyoniya Swêdê ye wergirt.

Rudaw
Top