• Tuesday, 23 April 2024
logo

Hesabên Twîtterê yê gelek navdaran hatin hackkirin

Hesabên Twîtterê yê gelek navdaran hatin hackkirin
Ji siyasetmedan bigire heta karsazên cîhanî hesabên Twîtterê yê gelek navdaran ji aliyên hackerên komputerê ve hatin bidestxistin.

Hesabê Twîtterê yê Serokê Amerîkayê yê berê Barack Obama, namzedê Demokratan ê bo serokatiya Amerîkayê Joe Biden, Rêvebirê Payebilind ê Amazonê Jeff Bezos, avakerê Microsoftê Bill Gates, Rêvebirê Payebilind ê Teslayê Elon Musk, karsazê milyarder Michael Bloomberg stranbêj Kanye West û gelek kesên din hatin hackkirin.

Ji bilî kesên navdar hesabên medyaya civakî yên şirketên mezin wek Apple û Uberê jî hatin bidestxistin.

Li ser van hesabên hatin bidestxistin navnîşaneke Bitcoinê hat dayîn û hat gotin pere bişînin vî hesabî. Hat gotin heke hûn pere bişînin ji bo her 1000 dolarê bê şandin ew dê 2 hezar dolar pere paşve bidin.

Piştî vê bûyerê li ser hesabê piştgiriyê ya Twîtterê daxuyaniyek hat dayîn û wiha hat gotin: "Haya me ji vê bûyera ewlehiyê ya ku bandor li ser hesabên Twîtterê kiriye heye. Em lê dipirsin û ji bo sererast bikin gavan diavêjin. Em dê di nav demeke kert de agahiyê bidin her kesî."

Ew peyamên ku li ser van hesaban hatin parvekirin piştî demeke kurt jê hatin paqijkirin.

K24
Top