• Friday, 26 April 2024
logo

Piştî demek dirêj, dergehên parkên Hewlêrê tên vekirin

Piştî demek dirêj, dergehên parkên Hewlêrê tên vekirin
Serokatiya şaredariya bajarê Hewlêrê ragihand, parkên Hewlêrê bi şertekî ku şîretên tenduristiyê bên bicîhanîn, tên vekirin.

Demek dirêj e park û cihên giştî yên bajarê Hewlêrê û bajarên din yên Herêma Kurdistanê ji ber vîrsusa Koronayê girtî ne.

Lê serokatiya şaredariya Hewlêrê îro di daxuyaniyekê de ragihand, wan biryar dane dergehên parkan li hember welatiyan vekin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, lê divê welatî şîretên tenduristiyê bicîh bînin û lepik û maskan bikar bînin.

Serokatiya şaredariya Hewlêrê daye zanîn, parkên bajêr ji saet 08:00 heta 23:00 vekirî dibin.

Basnews
Top