• Thursday, 28 March 2024
logo

Li Qersê hirça boz ji bo xurekê daket nav taxê

Li Qersê hirça boz ji bo xurekê daket nav taxê
Li navçeya Qamûşan a Qersa Bakurê Kurdistanê hirçeke boz ji bo xurekê dakete nav taxê.

Hirça bi şev çû Taxa Înoniyê ya li nêzîkî daristanê, konteynerên sergo yên di nav taxê de sernişîv kir û li xurekê geriya.

Welatiyên ku l nav taxê hirç dîtin, li 155 a Xeta Hewarê ya Polîsan geriyan û ji wan xwestin hirçê ji nav taxê derxin.

Hirça bi qasî demekê li rexê sergo zikê xwe têr kir paşê vegeriya nav daristanê.

Welatiyê bi navê Emir Alî Bakişçi diyar kir ku di van demên dawîn de gelek caran di nav navçeyê de hirçan dibînin û wiha got: "Di van demên dawîn de hirç gelek caran dadikeve nav taxê. Mêvaneke şirîn e, zirara wan nagihêje me. Ji ber ku taxa me li nêzîkî daristanê ye tê ji xwe ra xurekê bibîne."

Rudaw
Top