• Saturday, 20 April 2024
logo

Li Duhokê xwesta bo nanê sêlê zêde bûye

Li Duhokê xwesta bo nanê sêlê zêde bûye
Li parêzgeha Duhokê tevî ku xwesta li ser nanê sêlê zêde ye, tene du kargehên çêkirna nanê sêlê li wî bajarê Herêma Kurdistanê hene.

Di meha Remezanê û her wiha demên din de jî li Herêma Kurdistanê daxwaza li ser nanê sêlê zêde ye. Lê li parêzgeha Duhokê tenê 2 kargehên nanê sêlê hene. Tevî ku rojane zêdetirî 4 hezar nanan jî dipêjin, lê têra xelkê nake û ji Hewlêr û Silêmaniyê jî nan diçe wê parêzgehê.

Li her yek ji wan kargehan 7 jin kar dikin. Her kîsekî nan ku ji 16 nanan pêk tê, bi 5 hezar dînaran difiroşin.

Ew jin dibêjin, gelek jinên din jî hene ku dixwazin wî karî bikin, lê ji ber hinek nerîtên civakî şerm dikin û daxwazê ji wan jinan jî dikin ku şerma karkirinê nekin û bibin xwedî pîşe.

Nanpêj Beyan Hisên dibêje: “Ev nanê kurdewarî ye, 5 sal e ev kargehe vekorî ye. Kesên lê kar dikin em jinin. Em sibê nimêja xwe dikin têne vê derê û heta saet 14.30 kar dikin. Kareke paqij e, em diwestin, lê belê em dibînîn bikirên me têne, em westanê ji bîr dikin.”

Nanpêj Peruyîn Hisên jî da zanîn ku gelek kes dixwazin wî karî bikin, lê şerm dikin û got: “Ti şerm têde nîne, eger zarokên mirov birçî bimînin, baştir e vî karî bike û çavê te ne li ber destê xelkê be. Li gelek mala nan nîne bixwin.”

Kargehên Duhokê têra xwasta xelkê nake, lewma ji herdu parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê nanê sêlê tînin.

Firoşyar Tehsîn Elyas jî dibêje: “Ez nanî difroşim, ev sê sal e vî karê dikim. Xelkê Duhokê hez ji vî nanî dike.”

Rudaw
Top