• Wednesday, 08 May 2024
logo

Kevintirîn mirina bi kevirê asmanî li Kurdistanê rû daye

Gulan Media April 27, 2020 Corane
Kevintirîn mirina bi kevirê asmanî li Kurdistanê rû daye
Li gor arşîvên dewleta Osmanî, li parêzgeha Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê kesekê di encama ketina meteorekê (kevirê asmanî) de canê xwe ji dest daye û kesek jî felc bûye ku ev kevintirîn mirina bi kevirê meteorê ye li cîhanê.

Doç. Dr. Ozan Unsalan ji Zanîngeha Egeyê, Dr. Altay Bayatlı ji Zanîngeha Trakyayê û Peter Jenniskens ji Enstîtuya SETI ya navenda wê li Calîforniyaya Amerîkayê lêkolînek encam dan di arşîvên dewleta Osmanî de belgeyeke roja 22ê Tebaxa 1888an peyda kirin.

Li gor wê belgeyê li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê ku wê serdemê diket nav sînorê dewleta Osmanî, di encama ketina meteorekê de kesekê canê xwe ji dest daye û kesekî felc bûye.

Di vê lêkolîna ku di kovara Meteoritics & Planetary Science de hatiye belavkirin, hatiye gotin, “Ev belge kevintirîn delîl e ku meteor bûye sedema mirina kesekî” û hatiye tekezkirin, “Di arşîvan de dibe gelek tişt hebin bo ku bên kifşkirin.”

Li gor lêkolînê rojane bi milyonan meteor bi atmosferê dikevin, lê kêm ji wan ewqas mezin in ku bikarin atmosferê qul bikin û bibin sedema baraneke meteoran. Ji ber wê yekê bawerî bi wê heye ku bi dirêjiya dîrokê li cihên ciyawaz ên cîhanê hejmarek kesan di encama ketina kevirên meteor da canê xwe ji dest dabin.

Lêbelê heta niha derbarê wan bûyeran de delîlek piştrastkirî nehatiye peydakirin û derbarê bûyera li Silêmaniyê jî ku li gor belgeya hatiye dîtin, sala 1888an rû daye, tevî ku heta niha meteorek nehatibe dîtin jî, ew akademîsyenên xwediyên vê lêkolînê wê belgeyê gelek rast dîbînin û baweriya xwe pê tînin.

Herwiha wan akademîsyenan tekez kirine ku heta niha derbarê heman bûyerê de wan 3 belgeyên din jî dîtine ku bi Tirkiya Osmanî hatine nivîsandin û wergera wan gelek zehmet e. Zehmetiya di wergerandina wan belgeyan de jî weke kifşnekirina bûyerê bi salên dirêj, tê dîtin.

Ew belge ji nameyên ku ji aliyên rêveberiyên xwecihî ve ji bo rêveberiya li Stenbolê hatine şandin pêk tê û li gor demsala Julian 10ê Tebaxê û li gor demsala Gregoryen jî 22ê Tebaxê hatine şandin.

Her li gor wan belgeyan li bajarê Silêmaniyê, demjimêr derdora 20.30an agirek mezin li asîman hatiye dîtin ku 10 deqîqeyan dewam kiriye û piştre kevirên meteor bi ser gundekî de barîne. Hatiye tomarkirin ku di encama barîna kevirên meteor de kesekê canê xwe ji dest daye û kesek jî felc bûye.

Ew lêkolîner rastiya wê zanyariyê û baweriya xwe ya bi wê belgeyê vedigerînin ser wê ku ev belge ji aliyê berpirsên hikûmî yên rêveberiyên xwecihî ve hatiye nivîsandin û bo rêveberiya Stenbolê hatiye şandin.

Ew akademîsyen ji bo peydakirina zêdetir zanyariyên derbarê vê bûyerê de, li ser lêkolîn û xebata ya li arşîvên dewleta Osmanî berdewam in. Ji ber hindê tê pêşbînîkirin ku bersiva Ebdulhemîdê Duyem ku wê serdemê padîşahê dewletê bû, bo vê belgeya fermî, hîn nehatibe dîjîtalîzekirin û di nav wan belgeyan de mabe ku nehatine senifandin.

Lêkolîner peydakirina vê bûyera dîrokî weke kifşkirine ecêb pênase dikin ku di vî warî de zanyariyên bi vî rengî gelek kêm in.

Rudaw
Top