• Friday, 26 April 2024
logo

Li girtîgeheke Duhokê rojane 1000 maske tên çêkirin

Li girtîgeheke Duhokê rojane 1000 maske tên çêkirin
Li girtîgeheke parêzgeha Duhokê, 6 girtî rojane 1000 maskan çê dikin, û di heman demê de, çavdêriyeke tûnd ya paqijiyê jî, li wan girtîgehan heye, da ku tendirûstiya wan nekeve metirsiyê.

Ji bo xurtkirina berevaniya laşê wan jî, çalakiyên werzişî hatine zêdekirin, û rojane wan derdixin ber rojê.

Ji bo xweparastina ji vîrusa koronayê, li Çaksaziya Mezinan a Duhokê, 6 girtî rojane nêzikî 1000 maskan çê dikin bo ku karmend û dadgehkirî bikar bînin.

Nêzikî 1500 dadgehkirî li wê çaksaziyê hene ku li ser grûpên 15 ta 25 kesî hatine dabeşkirin. Ji bo her grûpekê 3 hol hene bo razan û bêhnvedan û guherîna keşhewayê. Her holek ji wan di navbera 20 ta 40 metrên duca de ye û reşandin, paqijkirina cilan û rênimayiyên xweparastinê cîbicî dikin.

Irfan Mihemed Emîn, Berpirsê Ragihandinê li Çaksaziya Mezinan li Duhokê, dibêje, hatinûçûn li çaksaziyê kêm bûye, her karmendê bê dewamê tê pişkinînkirin da ku piştrast bin, vîrusa koronayê lê nîne û diyar dike ku paqijkirin li gor berê zêdetir bûye.

Çaksaziya Jin û Sinêlan bi dermanan tê reşandin ku nêzikî 80 girtî tê de hene. Rênimayên xweparastinê li holên wan tên danîn.

Zekî Salih, Rêveberê Çaksaziya Jin û Sinêlan, dibêje, wan li hemû cihan amûrên destpaqijkirinê danîne û bo girtî sûd jê bistînin.

Bingehên tendirustî yên taybet di nav çaksaziyan de hene. Karmendên tendirustî jî tedbîrên xwe zêdetir kirine bo ku dadgehkirî û ragirtî parastî bin.

Pizîşkê yek ji wan bingehan dibêje, “Piştî belavbûna vîrusa koronayê me rênimayên xwe tundtir kirine û rewş di bin kontrola me de ye.”

Di herdu çaksaziyan de hemû kombûn ji bo demeke ne diyar hatine ragirtin.

Rudaw
Top