• Friday, 26 July 2024
logo

Laday Gaga ya kurdan derket

Gulan Media August 31, 2015 Corane
Laday Gaga ya kurdan derket
Şîlan, keçeke kurd e, ji bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ye û xwena wê ew e ku bibe mankena cilûbergan. Herwiha ew dilxweş e ji ber ku hevalên wê navê stiranbêja amerîkî Leday Gaga, lê kirine.

Şîlan Akçan ji Rûdawê re ragihand: “Ez dilxweş in ku hevalên min ji min re dibêjin, tu wek Leday Gaga ye, lewma min hewl daye ku çend wêneyan bi stîlê wê bigirim û piştre wan wêneyan belav bikim.”

Li gorî ku Şîlan dibêje, ne tenê yek xewna wê heye, dengê wê xweş e û dixwaze di vî warî de jî kar bike, ku di serî de bi rêya bernameya Arab Idol û O Ses Tirkiye dixwaze derbasî nava hunerê bibe. Niha dixwaze karê mankenê bike û piştre bibe stiranbêj.

Şîlan li beşa hunerê li Zanîngeha Silêmaniyê dixwîne û ji niha ve xwe ji rexneya xelkê re amade dike û dibêje: “Ez guh nadim gotinên xelkê û ezê li ser karê xwe berdewam bim.”

Rudaw
Top