• Thursday, 02 May 2024
logo

Mesrûr Barzanî bo Gulan: Bilind ragirtina hesta netewî û berdewamiya xebata aştiyane pêşerojek ron peydadike

Mesrûr Barzanî bo Gulan: Bilind ragirtina hesta netewî û berdewamiya xebata aştiyane pêşerojek ron peydadike
Mesrûr Barzanî tevî ku derçûyê zanîngeha Emrîka ye li waşintonê û yeke ji pisporên warê xwandina peywendiyên navdewletî ye, di heman dem de endamê pîlotbîroya siyasî ya parta demokrata Kurdistanê û serokê ajansa parastina ewlehiya Kurdistanê ye, belê ji bilî naznavê Pêşmerge, tu naznavekê din pê xweş nayê û hertim hezdike wek pêşmergeyekî rêbaza Barzanî xizmetkarê miletê xwe be.Mesrûr Barzanî di rêçûna nav rêbaza Barzaniyê nemir û bername û pirograma parta demokrata Kurdistanê, armanca wî ew e ku li ser bingehek zanistî û hevmil tev siyaseta cîhanê ya serdemane, hizra netewiya Kurdistanê bike hevêna biryarên çarenûsaz yên pêşerojê, ji ber vê yekê herdem ew axaftina wî li ser zimanê wî ye demê dibêje: (yekîtiya navbera me da serketina me misoger dike), wate li cem Mesrûr Barzanî yekrêziya nav mala Kurd û Kurdistaniyan xala yekê û ya destpêka her gaveka pêşerojê ye, ev yekbûna ku bangewaziyê dike, rêzgirtine li ferehiya siyasî û bilind ragirtina cêwaziyan ne û bi hev re jiyankirin û bi hev re karkirin e daku bigehine delavên serfiraziyê.Herweha li ser astê siyaseta navdewletî û têgeheştina navdewletî bo doza Kurd û çareseriya bingehî bo kêşa Kurd, Mesrûr Barzanî di heyamê xwandina xwe ya li Waşintonê de hewleka zor da daku vî alî bo berjewendiya doza Kurd li her çwar perçên Kurdistanê berev pêş ve bibe, her ji bo vê yekê destpêşxerî kir bo damezrandina navenda Mistefa Barzanî bo aştiyê li zanîngeha Emrîka li Waşintonê daku ev navende berdewam xwandinên ekadîmî li ser pirsa Kurd û gelên navçeyê berhem bîne û konfiransên navdewletî li ser astê cîhanê girêde û di wê hewlê jî de be çareseriya pirsa Kurd di çarçovê dabînkirina aştî û asayişa navdewletî de were temaşe kirin, ne wekî berê ku çareseriya bingehî ya kêşa Kurd wek hereşeyek ser aştî û ewlehiya navdewletî dihat sêrkirin. Li ser astê giringî dan bi xort û neviyên pêşerojê wek jêderên nûbûna partî, Mesrûr Barzanî pirosa giringî dan bi xortan û cihkirina wan di nav serkirdatiya parî û dirustkirina biryarê de bi piroseyek berdewam dizane û tekezê li ser wê yekê dike ku pêwîste hertim giingî bi xortan were an û werin şandin bo nav serkirdatiya partî û rolê wan yê berçav di nav civakê de bi wan were dan.Di vê çarçovê de û bi helkefta 65 saliya damezrandina parta demokrata Kurdistanê, me bi pêwîst zanî em li ser vê helkeftê û çendîn pirsên niha berêz Mesrûr Barzanî bidin axaftin, wî jî bi sipasî ve daxwaza Gulan pesend kir û bi sîngekê fereh bersiva pirsyarên me da, ev jî deqa hevdîtina taybet a berêz Mesrûr Barzanî ye bi kovara Gulan re.
*berêz Mesrûr Barzanî di vê bîreweriya pîroz de çawa hestê xwe derdibire û peyamê wî ji bo gelê Kurdistanê û endam û alîgirên partiya demokrata Kurdistanê çiye?
- pîrozbahiya salvegera damezrandina partî li hemû endam û alîgirên partî û tevaya xelkê Kurdistanê dikim û hêvîdarim hertim serkeftî û serbilindbin.

Dema em behsa partî dikim em nikarin behsa rêberê gelê Kurd Barzaniyê nemir damezrênerê partî nekin, dema em behsa Barzanî jî dikin em nikarin behsa rêbaza Barzanî nekin, erê Barzaniyê nemir û partî û rêbaza Barzanî, bi hev re çi wata didin? Emê çawa bikarin berdewam van sê alîyan bikin îlhama xebata xwe ya dahatî?
-partî bo bergêrîkirina mana xelkê Kurdistanê û bidestxistina mafên wan yên rewa hate damezrandin. Rêbaza Barzanî jî ji xebata paqij û bêhempaya xelkê Kurdistanê ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa li ser binemayên aşitî û yeksanî û demokrasiyê pêktê. Serokê me yê neteweyî cenabê Barzaniyê nemir sîmbola dîrokî a pak û dadvanî û xweragiriy û xebat û berxwedanê ye, nek tenê ji partî re, belku ji hemû bizavker û alîgirên rêbaza wî li hemû parçên din yên Kurdistanê re jî. Lewra bi ya min bilind ragirtina hesta netewatî û niştîmanî û berdewamîdan bi xebateka paqij û serbilindane û aşitiyane û serdemane, em dikarin ayindekê ron ji xwe re dabînkin û ku bibe encama wefadariya me jî hember serok û rêbaz û parta me.

*parta demokrata Kurdistanê sube dê 65 emîn moma jiyê xwe helbike, ev jî wê ramanê dide ku partiya demokrata Kurdistanê bi temirtirîn parta siyasiye li seranser Îraqê û Kurdistanê, ku ta niha weke partek yekemîne li ser astê Kurdistanê û hêzeka bi bandûr heye li Îraqê, pirsiyara me ewe gelo nehêniya vê baweriya gel ji bo partiya demokrata Kurdistanê çiye?
-partî mala tevaya xelkê Kurdistanê ye beriya ku partek siyasî be, bizavek cemaweriye, lewre di her rewş û qûnaxeka dîrokî de hemû tex û çînên cuda cuda ciyê xwe li nava partî heye. Her ev xaslete wedike ku partî hertim di xizmeta xelkê Kurdistanê de be. Ji aliyekê din de partî çi demekê li ser hesêba xelkê Kurdistanê (misawime) destberdarî nekiriye û serkirdayetiya partî bi taybet cenabê Barzaniyê nemir û serok Mesûd Barzanî hertim di rêya parastina jiyan û mal û keramet û namûsa xelkê Kurdistanê de amadeyî xwebexşînê bûn, û di tengasiyan de hertim partî yekem hewarhat û yekem bergêrîkera xelkê lêqewmiyê Kurdistanê bû. Wate mina malek mezin her tim hembêza wê vekirî bû û vê peywendiya bihêz wekir partî hertim ciyê baweriya xelkê Kurdistanê be.

Li ser pêşinyara serok mesûd Barzanî daxwaz ji kongira 13 ya partiya demokrata Kurdistanê hat kirin ku bizav bêkirin mafê bryardana çarenûsê bêxin nava bernama partiya demokrata Kurdistanê, gelo ta çi rade we kar ji bo vê pêşinyarê kiriye? Erê gelo li cem partî biryara mafê çarenûs çi ramanê dide? Çima ev biryare weha li cem partî giringe?
-pêşinyara cenabê serokî ji wê hatiye ku baweriyek temam bi wekheviya neteweyî û mafê mirov û daxwazên rewa yên xelkê Kurdistanê heye.
Pir cara cenabê wî gotiye ku maf ji aliyê xudê ve tê dan. Mafê me ji me hatiye standin û bidestxistina mafên me heqê meye. Cîbicîkirina her biryarekê berê pêwîstî bi biryar û îrada cîbicîkirinê heye. Em tenê silovanan nadin û em dizanin em miletekin ku mafê me hatiye xwarin û bi piştevaniya xudê dê mafê xwe rojekê bidestxin.

Ji bo partî û endamên partî ciyê serbilindiyêye ku niha serokê partiya demokrata Kurdistanê, seroka helbijartiyê gelê Kurdistanê ye, li cem serokê Kurdistanê jî pirsa serbixweya Kurdistanê pirsek mebdeiye û çi caran jî kêmasiyê li ser nake, gelo ta çend ev helwîsta serok Barzanî di nava pirogirama partiya demokrata Kurdistanê rengvedaye? Hûn ta çi rade amadene ji bo vê helwîsta serok Barzanî qurbaniyê bidin?
-em çanazin ku cenabê serok ne tenê ciyê baweriya parta xweye belkû piraniya xelkê Kurdistanê bawerî pêdaye û cîyê baweriya wane. Helbet ev jî encama dîrokaxebat û helwîstên wiye. Partî saziyek siyasiye ji bo bidestxistina armancên gelê meye, loma berdewam partî di astê baweriya xelkê de dê bimîne û rastgoyane di xizmetkirin û bidestxistina tevaya maf û armancên wan de bizavê dê bike.

*Partiya demokrata Kurdistanê di heyema 65 salên jiyê xwe de bi wê tê naskirin , ku di hemu demekê de bernama xwe ya taybet hebû û di nava na omêdiyê de kaniya omêdan bû, helbet niha partî di qûnaxekê de ye ku hemû Kurdistanî bi çavê omêdê dibînin, gelo bi nêrîna we yên hêja bernama partî ji bo qûnaxa niha çiye û omêda wê bo ayndê Kurdistanê li ser çi komdibe?
-partî hertim bawerî bi xwe û xebata xwe hebuye û hiç demekê hes nekiriye ku pêdivî bi fêlên siyasî û henekkirin bihestê xelkê Kurdistanê heye. Hertim di berjewenda bilinda Kurdistanê de biryar dane û darêtina bernamên xwe di qûnaxên cuda cuda yên dîrokê de li ser wê binemayê hatiye cîbicîkirin, û di tevaya serbûran de jî serketîbuye. Partî silovana ji bo raxêşana hest û soz û bala xelkê nade, her demê partî biryara bilindkirina dirûşmekê dahemû bizavan dike daku cîbicîbike. Niha jî partî hest bi hestiyariya vê qûnaxê dike û xwe amade dike bi awayekê durhêlane û lojîkî reftarê tevê bûyeran bike.

*partî di qûnaxa xebata çekdarî de hemû dema bawerî bi xebata bere û bi hev re karkirinê hebû û pêşeng bû di damezrandina berê nîştîmanî yê Cud, paşa wê berê Kurdistan, ev viyana bereyî û bi hev re jiyanê bo sedema damezrandina perleman û hikûmeta herêma Kurdistanê, lê niha rewş hatiye guhartin, partî yeke ji partên deshelatdarên Kurdistanê û opozisyon li hember heye, gelo bernama partî bo reftarkirina tevî opozisyonê çawaye û çawa temaşey opozisyonê dike?
-partî di qûnaxa xebata çekdarî de û niha jî di dema hikumdariyê de, herdim mebesta wê xizmetkirina xelkê Kurdistanê û dabînkirina deskeftiyên pêtir ji bo gel bû. Lewre her partek yan aliyek yan giropek ji bo bidestxistina armancên gelê me karbike, partî bi hevpeymana xwe dizane û destê dustaniyê û aliîkariyê jê re dirêjdike. Niha jî ku yasa û rêsayê hikumdarî û opozisyonê heye, partî weke aliyekê berheve ji bo yasa û îrada xelkê Kurdistanê û hertim rêz li deng û biryara xelkê girtiye ku di helbijartinan de xuyadikin.

*partî her ji destpêka damezrandina xwe mina partek demokratîk hat ragehandin, cena bê we dizane ku di demokratiyê de çi partî hetaheta partiya deshelatdar nabe û çi part jî heta heta partiya opozisyon jî nabe, pirs li vir ewe gelo eger rojekê partî bû opozisyon dê opozisyonbûna we çi ramanê bide?
-ewê bawerî bi demokratiyê û pirosêsa helbijartinan hebe gereke amadebe encamên wê jî qebûlbike. Di her helbijartinekê de aliyê vexwarî dibe deshelatdar û aliyê derdayî eger bi rêkeftin tevî alyê deshelatdar nekeve deshelatê wê bibe opozisyon. Pêdiviye opozisyon jî berî her tiştekî rêz li nêrin û deng û îrada xelkê bigre daku di helbijartinên were de bi awayekê şaristaniyane bizava ji bo rastvekirina şikestina xwe bike. Aliyê deshelatê jî bernamek heye ku berê ragehandiye xelik jî li benda cîbecîkirina wê bernamêye, lewre gereke deshelat jî pêgiriyê bi cîbicîkirina wan sozan bike da ku baweriya xelkê werbigire. Her dema aliyê deshelatdar nikarî di helbijartinan de serketinê bîne gereke bikeve di ciyê opozisyonê de û bi awayekê şaristanî reftarê bike daku di helbijartinên were de dîsa bigehe deshelatê, herweha divê berdewam çavdêriya deshelatê bike li gor rêyên yasayî û beşdariya endamên wê di perlemanê de bi awayekê ektîf û serdemane. Lê ya ji hemuyan giringtir ewe ku deshelat û opozisyon xwe bi xizmetkarên xelkê bizanin û milmilanêya di navbera wan de deskeft û berjewendên gel nexe di metirsiyê de. Wate gereke opozisyon û deshelat rastgobin tev gelê xwe û xelkê nekin qurbanî çi deskeftek siyas û kesatî. Partî weke aliyekê siyasî girêdayî îrade û biryara xelkêye eger li her çiyekî be.

Niha li ser astê deverê û rojhelata navîn pêleka guhartinan hatiye, bitaybet Sûriya ku rasterast hevsiya herêma Kurdistanê ye, cenabê we çawa van guhartinan bi giştî û rewşa Sûriya bitaybetî temaşedikin û peyama we ji Kurdên Sûriyê re çiye?
-ew guhartinên li deverê rudidin amajeyeke bo wê yekê ku çi hizek ji îradeya gel bihêztir nîne û çi rijêmeka tepeserker heta heta dom nake. Em piştevaniya mafê gelan dikin û em dixwazim sîstema demokrasî li tevaya deverê berfirehbibe û piştevaniya mafê rewa yê Kurdan li Sûriyayê dikin û hêvîdarin ku bigehin kenarê aştî û aramiyê û bi tevaya mafên xwe şadbin.

Cenabê we dizane dema part di hikumetê de be û parta deshelatdar be, berdewam rexne lê tekirin û bi gendeliyê tê tawanbarkirin, di vê çarçuvê de kadirên partî ku niha di hikûmetê de berpirsin, tiliya suca gendeliyê jêre tê dirêjkirin, geli nêrîna we hember vê tawanê çawaye? Erê gelo siyaseta partî ji bo rûbirûbûna gendeliyê çiye? Ta çi rade ji aliyê partî ve dijminahiya gendeliyê tê kirin?
-nabe part yan deshelat bi tevayî were tawanbarkirin. Ewê kar bike renge ew şaşiyekê jî bike lê ya giring ewe ku li ser şaşiyê xwe berdewam nebe. Em bi çi awayekê piştevaniya gendeliyê nakin îca çi di deshelatê de be yan ji dervey deshelatê be û em kesê bê binema tawanbarnakin. Yasa û dadgeh heye tenê ew dikarin biryarê bidin kê tevlî gendeliyê buye. Eger kesek li nav partî bi gendeliyê were tawanbarkirin mina her kesekê asayi pêwîste bi dadgehê re were rûbirûkirin û yasa rola xwe bibîne. Partî dijî gendeliyê ye û hemû hêza xwe ji bo nehîştina gendeliyê ûpiştevanîkirina çaksaziyan dide kar.

*serokê Kurdistanê ji bo dûvçûna gendeliyî li bihara îsal de qunaxa yekê ji bernama xwe ya çaksaziyê ragehand û di naverasta xizîrana duyê de qûnaxa duyê ragehand, gelo wek partiya demokrata Kurdistanê çawa temaşey bernama cenabê serok Barzanî dikin? Hûn ta çi rade hevkarî serokin daku bernama wî serbikefe? Gelo bi nêrîna we yên berêz ta niha bernama wî ta çi rade serketîbuye?
-berêz cenabê serok baweriyek tund bi hikumdariya dadperwerane û dilsozane heye û dest bi hewek berfireh ji bo nehîştin û binbirkirina gendeliyê destpêkiriye û bê cudahî her kesekê bi belke hat xuyakirin ku tevlî gendeliyê buye wê pêrabûnên yasayî tev wî kesî werin kirin. Em wê hewa cenabê Barzanî dinirxînin û palpiştiya xwe ji bo berêzî tekezdikin. Biya min binbirkirina gendeliyê pêdivî bi mîkanîzmeka pak û zelale ku rê li encamdana gendeliyê jî bigire ne tenê dûvçûna wê gendeliya buyî bike. Ev jî di bernama cenabê serok de heye. Helbet ewên gendelkar dê berjeweniya wan bikeve metirsiyê, lewre bizavê dikin hêceta bînin û pêrabûnan paşbêxin, lê hîvîdarim bi hevkariya xelkê dilsoz lez di serkeftina bernamê serok Barzanî de bêkirin.

*dirûşmên partî di kongira 13 ê de pêkdihatin ji (nûkirin û dadperwerî û bi hevrejiyan), helbet di vê pirsyarê de emê tekez li ser nûkirinê kin, gelo merema we ji nûkirinê çi bû, we çikiriye, we ta çi rade kariye çî ji bû nivşê nû di nava partî de dirustbikin?
-nukirin bi dawî nayê, wate netenê ji bo carekê û mebestek diyarkiriye, belku pirosek berdewam û sîstmatîkiye. Nûkirin bi wata guhartina sîstemekê bi sîstemek din jî nayê, belku nûkirin berdewambûna xwe guncandinêye tevî qûnaxên pêşhatî û henûkeyî û xwe amadekirine ji bû qûnaxên were. Me di nava partî de hem bernamê nû heye ji bo vê qûnaxê û hem jî hejmarek berçav ji kadirên jêhatiyê partî hatine nava serkirdayetiya partî ku dirêjepêdana rêbaza pîroza Barzan ne û omêdek mezintir ji bo texa gencan berhem aniye ku rê ji bo pêşketin û serketinê li nav partî vekiriye û verehe.

*tiştekê din ku pêdiviye di vê bîreweriyê de weke rexne arastey partî bipin, gil û gazinda xelkê Silêmaniyê û Germiyane, wek me guh li rexnên wan bûnî, xelkê wan deveran gazinda dikin ku partî giringiyê li gor astê qurbaniya wan deveran pê nade, erê rast partî ew navçe pişguhxistiye? Eger partî ew navîe pişguhnexistine peyama cenabê te bo xelkê wan navçan çiye?
-rexne û gazindên xûşik û birayên xwe li Silêmanî û Germiyan bi dilekê fereh em qebûl dikim û mafê wane çavê wan li partî be ku partî giringiyek pêtir bi wan devera bide. Hemû bajar û bajarok û her bihusteka axa welatê me xweştiviye li ber me û çihê pêtedanêye, lê ciyê daxêye ku hind rûdanên nexweş di dema burî de hîz û karînên partî li wan ciya sinûrdarkir. Serbarî vê yekê jî qet nehatine piştguhdan û di kongira 13 de biryara partî ewbû ku pêtir giringî bi wê deverê bê dan, herçawapartî berê xebatkar û têkûşer bû li wan navîeyan, dê herwesa jî bizava ji bo nêzîkbûna xwastekên xelkê yên wan devera bike û berî her tiştekê di di byavê avedanî û xizmetkirin û aramiya jiyana xelkê de bin. Ez ji hemû xuşk û birayên daxwazdikim ku bi mere alêkarbin, daku partî di xizmetkirina wan de berdewam be û roj bo rojê gavên baştir pavêje.

Weke têbînî tê kirin cenabê we pêtir seredana navçeyên Hewlêr û Badinan dikin, ta niha me nediyete seredana navçeyên Germiyan û Helebçe û Silêmanî kirbe, gelo we înyet nîne hûn seredana wan navçeyan bikin?
-ez gelek hezdikim seredana hemû navçeyên Kurdistanê bikim her çende çend kara çûme jî lê dixwazim pêtir xizmeta xuşk û birayên xwe li wê deverê bikim. Ya rast hemû bizavên min li ber çavkê kamîra nebûn û merema min pêtir xizmetkirin bû ne xwederxistin. Hêvîdikim min ew şanse hebe ku bikarim pêtir xizmetê li wan navçeyan bikim.

*di meha were de yobêla zêrîna şoreşa mezina eylûlê ye, ev şoreş yeke ji meztirîn şoreşan li ser astê deverê û cîhanê, gelo we çawa ji bo saxkirina wê bîreweriyê xwe amadekiriye?
-şoreşa mezina eylolê, şoreşa dirustkirina hesta netewatî û berfirehkirina bizava rizgarîxwaza xelkê Kurdistanê bû, lewre li ser hemuyan pêdiviye vê bîreweriyê bilind binirxênin û soza xwe tekezbikin ku ta bidestxistina hemû mafên xelkê Kurdistanê berdewam bin û ya pêwîst li serme qet xemsariyê nekin. Ji nihave li ser hemû amadekariyê saxkirina bîreweriya şoreşa eylolê ez ne haydarim, lê ez hêvîdarim her kes li vî welatî ji aliyê xwe ve soza wefadarî û dirêjepêdan bi xebata şehîdên serbilind û pêşmergên dilêr û gelê xweragirbidin û bi vî awayî wê bireweriyê pîrozkin.


Mesrûr Barzanî di çend rêzan de

-Mesrûr Barzanî ku niha jiyê wê ser çil salî de ye, di jiyê 16 salî de buye pêşmerge û yek bû ji wan pêşmergên ku beşdarî di dastana Xwakurk ê û serhildana sala 1991 de kirî.
-Mesrûr Barzanî weke xurtekê şoreşvan hemû dema bizavkiriye astê zanistî pêşbêxe, daku bikare pêtir xizmeta gelê xwe bike, lewre piştî sala 1992 ê bizavkiriye fêrî zimanê îngilîzî bibe, ji bo vê yekê salekê diçe Berîtaniya û serkeftiyane kursê zimanî temam dike.Paş xwêndina vî kursê zimanî, diçe zanîngeha Emrîka li Waşinton û bawernama bekeloryos bi pileya zorbaş di xwêndinên nîvdewletî de werdigire.
-wê dema Mesrûr Barzanî li Waşinton mijûlî xwêndinê, karîbû tiştekê bike ku li ser astê ekadimî û siyasî baştir di pirsa Kurdî û çawaniya çareserkirina wê bigehe, her ji bo vê mebestê karî senterê Misteva Barzanî bo aştî weke navendekê lêkolînê ji bo dîrasatên Kurdî li zanîngeha Emrîka li Waşintonê bi damezrîne.
-Mesrûr Barzanî piştî ku li sala 1998 qûnaxa yekê ya xwêndina xwe temam kirî vegera Kurdistanê û di kongira 12 ya partiya demokrata Kurdistanê de ji bo endametiya serkirdatiya partî hate helbijartin û paşî bo endametiya mekteba siyasiya partî hate helbijartin û paş wê jî dibe berpirs û serokê ajansa parastina ewlehiya Kurdistanê.
-di wî mawê ku cenabê wî serokatiya ajansa parastina ewlehiya Kurdistanê dikir, ev dezgaye karî xizmetek mezin di bara ewlehî û aramî û aştî û civakê de li herêma Kurdistanê bike, her ev ewlehiye û aramiye bû sedema wê ku bikarin dest bi pêşdeçûnek mezin li Kurdistanê bikin û herêma Kurdistanê gavên mezin ber bi pêşve pavê û rê li tiroristan hate girtin û aramî û ewlehiya herêmê hat parastin.

Veguhastin ji K.Jêrî: Bijar Şêxmemî
Top