• Saturday, 04 May 2024
logo

Berî ku em rêfrandomê encambidin gereke em hevpeymaniya serbazî ji bo parastina Kurdistanê girêdin

Berî ku em rêfrandomê encambidin gereke em hevpeymaniya serbazî ji bo parastina Kurdistanê girêdin
Jîngeha siyasî ya navçeya rojhelata navîn jîngehek aloz û têkçuye yêkû hûrbînane seneket nikare bi hesanî serê tayan bibîne û bizane hêzên hevpeyman û dijhevên yek başqe bike. Li tevaya deverê di çarçûveyê asuya şîegerî de ku bi serokatiya Îran ê ye ku hevrikî û milmilanê dinavbera wê û Siudî û li aliyekê din digel Îsraîlê hevdije, bazinekê şerê bi wekalet dirustbû Îran her ji Yemenê ta digehe Lubnanê û turkî û Îraq û Suriyê piştevaniya vî şerê bi wekalet dike. Wate Îran yeke ji tixmên sereke yên pêşêliya deverê, Kurdistan jî weke herêmek ne dure ji van desttêwerdana taku Kurdistan nebe dewlet nikare xwe ji desttêwerdanên derekî rizgarbike, di vê barê de parastina Kurdistanê li cem siyasetvanan yekemîne û parastina Kurdistanê liberî serbixwe yam giştpirsiyê didanin, ji bo peyvîna li ser vî babetî ev hevdîtina taybet tev sîyasetvanê xwedî serbor D. Muhemed Salih Cume hat encam dan û bi vî awayî bersiva Gulan da.

* Ev roşa niha aloz ku Kurdistan û dever têde derbazdibe ku rewşek aloz rike dinava vê hevkêşeya aloz de serok Barzanî dixwaze Kurdan bigehîne hîviyên wan û Kurdistan bibe dewletek serbixwe , gelo ta çi rade ev rewşe di berjewenda Kurdan daye?
- Eger behsa çawaniya serkirdatiya Barzanî û serederiya wî bikim di vê rewşa alozde ne bi gotina min belku bi gutina tevahiya cîhanê serkirdeyên mîna Barzanî pir kêmin, eger em bixwazin awayê siyaseta Barzanî bizin gereke vegerine dema Şêx Ebdulselam Barzanî ta digehe Barzaniyê nemir gelo armanca wan ji xebata rizgarîxwaza Kurdistanê çibû? Helbet armanca wan damezrandina dewleta Kurdistanê bû, lê gereke li bîra me be ku siyaset di dema Barzanî de siyasetek lojîkane û jÎrane û li ser xwe bû , her ji serdemê Şêx Ebdulselam li sala 1913 hatiye berçavkirin ku gavhavêtin jibûna dewletê pêwîstî bi hêzê heye û ji bo vê meremê ew hêz ji Barzaniyan hate dirustkirin , herwesa wî dizanî ku damezrandina dewletê pêwîstî bi piştevaniya nêvneteweyî heye jiberku herdu welatên Îran û Tirkiyê bihêzbûn, lewra gava duwem Şêx Ebdulselam çû tewrêzê daku qunsilê Rusî bibîne û di wê seredanê de simko û Ebdulrezaq jî digel dabûn, daku piştevaniya Rosiya ji bo dewleta Kurdistanê misogerbike, paş Ebdulselam jî û li serdemê Barzaniyê nemir ev siyasete jî berdewam bû û Barzanî siyaset li ser hind pîveran dikir ewjî:
1 – hêza çekdariya Barzaniyan, 2- partî demokratî Kurdistan , 3 hêza ne xuya ya gelê Kurdistanê ,
4- rosiya weke piştevanek nêvneteweyi.
Jiber wê yekê ta sala 1974 Barzanê her gavek avêtî rawêja Rosî kirye, lê Barzaniyê nemir dewletvan bû, gav bi gav û bi aweyekê li serxwe gav ji bo hêviyên mezin havêtine, lewre li destpêkê daxwaza la merkezî bû paşî rêkeftina 11 adarê hat û otonomî hat paşî bu fidraliyet, niha jî serok Barzanê daxwaza damezrandina dewleta Kurdistanê diket, lewre eger em temaşey siyaseta Barzanî bikin em dê bînin ku gav bigav dirêjepêdana siyaseta Barzanî ye, di vê rêbazî de serok Barzanî ne dijî turk û Fars û Ereb an e
Tenê dijî wan rijêmane ku rêgirin li wan hêviyan ku Kurd ji bindestiyê werinderxistin û bibin xwedî dewletek û kiyanek.

* Xuyaye ji bo gehiştina hêviyan û serbexwe û serkeftinê yekrêziya mala Kurdistanê û hêzên Kurdistanê gelek giringe, lê ew yekrêzî weke pêwîst tuneye . gelo ta çi ast ev yeke dibe asteng di rêya armanca serekî de?
- bidirêjiya xebata rizgarî xwaza Kurdistanê hêviya rêbaza Barzanê yekrêzî û yekbûna Kurd û Kurdistanê bû, lê weke ku em ji dîrokê hînbûn taku Kurd nebe xwedî welatek serbixwe yekbûn û yekrêziyeka pêwîst nabîne, wate dewlet dibe çarçovek ji bo yekrêzî û yekbûna neteweyî, ta dewlet dirust nebe em nikarin rê li dettêwerdana derekî bigrîn, bo mînak niha dewleta Îranê ku rêgire li hember dirustbûna dewleta Kurdistanê, şerê wê raserast tev Kurdistanê tuneye belku şerê rasterast tev Îsraîlê û Siodiya û Nato û tevaya dewletên hevpeymanên dijî daişê heye, lewre ewhêzên ku xwe didin tayê Îranê serencam dê têkşikên û derden û ya jidest diden bi hesanî nikarin vegerînin, di vê rewşê de serok Barzanî li berçavgirtina ketwarî dike û siyaseteka nerim û lojîkane jÎrane hember wan aliyan birêdike , eger livir bipirsîn berê siyaseta bizava rizgarîxwaza Kurdistanê tenî hîza derveya piştevan Rosî bû , gelo niha Barzanî li ser çi binema rawestaye? Helbet niha li ser sê sitûnên sereke rawestaye ew jî (1- Îsraîl , 2-Siudiya û Emrîka û Nato , 3- Rosiya) hêviya Barzanî jibo tevaya devera rojhelata navîn aramî û ewlehiye, ev hêviye jî di berjewenda Nato û Rosiya û tevaya gelên rojhelata navîn de ey. Bi dirustbûna dewleta Kurdistanê ew sitem û zilma bisedsalane li ser miletê Kurd bidawî tê, xuyaye ku turkiya û Îran li dijî damezrandina dewlwta Kurdistanê ne, li ji gişt aliyan re eşkeraye ku niha turkiya di aloziyeka mezin daye, Îranê jî siyaseteka şikestî û şaş li Yemen ê û Suriy ê û Lubnan ê û Îraq ê meşandiye. Gelo di vê rewşê da dikarin siyaseta xwe hember Kurditanê biguhurin? Helbet nikarin û em jî fileyê lê nakin ku nikarin biguhurin.

* Eger em behsa bandûra rulê Îranê li deverê bikin dê bînin ku Îranê her ji Yemenê taku Lubnanê hind dardest hene û bi wekalet ew dardest şerî ji Îranê re dikin , li Kurdistanê jî ew dardeste hene gelo tev rewşa şerê biwekalet reftar wê çawa were kirin?
- Îran ê dîrokeka kevnar heye û dewletek bihêze û serbura 2500 saliya dewletvaniyê heye, niha Îranê çav li vegerandina îmbiraturiyeta Korşî ya berê 2500 salaye û hebûna xwe bi navê şîegeriyê biser hemû rojhelatî navîn bisepîne, lewra vî şerî dike, Îran li wan deveran dikare şerê bi wekalet bike ji berku hêzek tuneye rastewxwe li hember wan raweste, lê şerkirin li Kurdistanê cudaye, şer wê li hember siudiya û Emrîka û 63 welatên hevpeymana dijî daişê be lê li wan derên din hebûna vê hêzî rasterast tuneye, lê li Kurdistanê hene, pirisgirêka serekî ya rojhelata navîn hebûna giropên cekdarî yên cîhadî yên Şîe û Sune yem divan hevrikiyan da cihadiyên sune yên Ereb û turkiya hene herweha cîhadiyên şîe yên ser bi Îranê ve hene, evca eger cîhadiyên Sune Daiş dirustkirbe cîhadiyên Şîe jî li îraqê Heşda Şebî û li Suriya û Lubnanê Hizbula û li Yemenê Husî dirusitkirine , eve jî metirsiyekê mezin li ser Siudî û welatên Kendav û Îsraîlê dirusitkiriye, lewre eşkera welatên kendav û Siudiya dibêjin rêya êkane ya mana me hevpeymaniye tev Îsraîlê, herweha Îran bi xwe jî dizane ku şerkirin li Suriya û Îraqê û Yemenê û Lubnanê şer nahête guhastin ji bo nava Îranê lê şerê li Kurdistanê wê were guhartin ji bo nava Îranê, jibilî vê di dîroka Îranê dê li ser astê diplomatîk Îran weke niha li ser astê neteweyî nemaye bitenê eve jî şaşiyek mezine di siyaseta Îranê de, dîsan dijatiya damezrandina dewleta Kurdistanê şaşiyeeka dine Îran dike jiberku cihana azad tev damezrandina dewleta Kurdistanê ye, serbarî ku hemû amadene hêzî bişînin Kurdistanê bergêriyê ji Kurdistanê hember Îranê bikin bitaybet Siudiya û Israil.

* Lê eger em temaşekin şerê biwekaletê Îranê li Kurdistanê jî heye bi serperiştiya PKK ê û hind hêzên dî bitaybet li dijî kesatiya Barzanî û dewletbuna Kurdistanê ev şere dimeşe gelo eve rastiye yan na?
- Raste ew hêze şerî dikin û bixwe dijî dewleta Kurdistan ê û serok Barzanî ne. eve jî ji ber ku ew alî rasterast girêdayî Îranê ne û fermana ji Îranê werdigirin, lewre ez jî bi ronî dibêjim ew alî û hêz îca her kî bin çarenivîsê wan nemane ji berku xwe bi Îranê ve girêdane, disan dubare dibêjin ew şerê Îran dike tev nato û Emrîka û Siudî û Îsraîlê ye, Îran wek dewlet zanaye û dizane ku bixwe nikare şerê Kurdistanê bike daku rasterast şerê wan zilhêzan neke , gelo eger Îran nekare şerê wan hêzan bike xelkê din çilo wê bikarin bikin, duhî bû ku Erdugan digot yan divê PKK radestbibin yan nemînin evî şerî biyavek ji Tirkiyê re dirustkiriye, , li vir ez dibêjim ew şerê ku Îran biwana didekirin wê istuyê wan bişkêne.

* Lê ya ku dibe ciyê dilgiraniyê ewe ku PKK ê berpirsatiya xwe ji karên xwekujî û teroristî radigehîne, xuyaye ku bizava rizgarîxwaza Kurdistanê şanaziyê bi xwe dibe ku li dijî terorê xebitiye, gelo çima PKK ê van karan bi istuyê xwe digire?
- Ya ku ji Kurdan re serferazî ewe ku ji 400 sala berî zainê û ta niha Kurd terorist nebune, lê mixabin PKK weke pasdarên Îranê û bi firmana Îranê wan kara dike, merema Îranê jî ji wan karan ewe ku pirsa Kurd kirêt bike û li ber çavên cihanê mina teroristan nîşan bide. Bo nimûne dema Elmaniya biryarday çekî bide H.Kurdistanê bi fermana Îranê PKK ê çend jinên Êzdî hinartin perlemantoya Elmaniya daku ji wan re bêjin çekan medin pêşmergey jiberku pêşmerge çekan didin DAIŞ ê, hikumeta turkiyê jî çend jin şandibûn û wan jî gotin çekan nedin pêşmergey jiberku ew didin PKK ê, Elmaniya divê yekê gehişt û zanî eve pilana Turkiya Îranê ye, lewre li jêr siya pelevaniya pêşmerge û bikarînana wî çekî me karî Şingalê û Kurdên Êzdî rizgarbikin , ew şerê PKK ê li Turkiyê dike bi firmana Îranê dike, Emrîka dixwaze bi sedema wî şerî şerek dinavbera Îranê û Tirkiyê de were holê, lê hêviya sereke ya Îranê ewe ku ruyê Kurdan naşirîn bike û weke terorist nîşanî cîhanê bide.

* Eger li ser vê pirsê pêtir ronahiyê bidî , gelo merema te çiye ku dibêjî dema Îran şerê Kurdistanê bike wê şer vegere nava Îranê?
- Ew siyaseta serok Barzanî divî şerêde birêkirî û tev hêzên hevpeymanên nêvneteweyî li dijî DAIŞ ê kirine piştevanên Kurdistanê, egere ku Kurdistan û Barzanê bemînin bitenê. Renge Îran û dardestên wê karîban tiştekî bikin lê niha Kurdistan ne bitenê ye , ez ne tiştek veşartî dibêjim, hûn dibînin niha Siudî û Îran di çi rewiş dane û dîsan Îran û Îsraîl çilo temaşey hevdikin, lewre eger serok Barzanî îrobixwaze sibe Îsraîl tînîte Kurdistanî li dijî Îranê Kurdistanê diparêze dîsan Siudî ew hêza ku dibêjê (Dii Elşîmal) mertala bakur wê were Hewlêrê û baregehên xwe li Çûman û Hacîomeran rekxe. Lewre eger Îran rasterast şerê Kurdistanê bike wê şer here nava Îranê. Lê pirsa min ewe gelo Îran dikare mîna sala 1943 xwe biparêze? helbet nexêr , Îran bixwejî dizane eger şer bikeve nav Îranê Îran weke welatekê hevgirtî namîne û dibe 5 dewlet ( Beloç , Azer , Ereb, Kurd, Faris) binêrîna min Îran dewleteka zîrek û zanaye û vî karî nake, xuyaye ku di vê rewşî de turkiya jî bizavkir ku birêya DAIŞ ê kiş û mata (yariya şetrincê) li Kurdistanê bike lê jêre xuya bû ku şaşî kir, niha ji Îranê re jî eşkera buye ku eger Îran şerê Kurdistanê bike Îsraîl û Siudî wê supayê xwe bînin û şerê Îranê bikin, eve jî li dema pêwîstbe wê bêkirin îca kengî be.

* Nêzî dusalaue Îsraîl eşkera piştevaniya xwe jibo damezrandina dewleta Kurdistanê xuya dike, gelo ev piştevaniye ta çi rade kiryare yan tenê bangewaziye?
- Îsraîlê bawerî bi damezrandina dewleta Kurdistanê heye , çunkî dewlerên navçê li dijî hebûna dewleta Îsraîlê ne û herwesa naxwazin dewleta Kurdistanê jî hebe, lewre Îsraîl Kurdistanl bi hevçarenivîsa xwe dizane, ev hevçarenusiye jî wesa li me dike ku em diruşmê konfidraliya dinavbera Kurdistan û Îsraîlê bilindbikin, her jiber vê yekê Îsraîlê tevaya balyozxaneyên xwe li cîhana haydarkirine ku ne tenê nûnerên Îsraîlê ne belku Nûnenên Kurdan jî bin , Îsraîl man û nemana xwe bi hebûna dewleta Kurdistanê dibîne, ev jî ne jiber xatira çavên me, belku birayên me yên Ereb wekiriye û ji me re gotiye hûn Îsraîlên duwemînin, Îsraîl jî dizane ku gelê Kurd gelekê qehremane û dikare berevaniyê ji axa xwe bike, tenê kêmûkasiyên hêza Kurdî tunebûna çekê pêwîst û hevpeymanîye, ku ev du tşte jî hatin holê Kurd dikarin axa xwe biparêzin, niha jî tev welatên zilhêzên cîhanî mina Emrîka, Rosiya Îsraîl li ser damezrandina dewleta Kurdistanê hevdengin.
*Gelo tenê ev xale Îsraîlê û Kurdan bihevre komdike?
- Nexêr her ji sala 512 berî zaînê Kurd û Îsraîlan peywendî hebûn, li wî serdemî îsraîlî li ser destê Nebûuxuznesir hatine awarekirin, lê Kurdan hemû veguhastine Kurdistanê her ji wê dîrokê Kurd û Îsraîlî du neteweyên tepeserên hevçarenivês bûn.

* Yaku ciyê têbîniyê ewe ku Siudiya û welatên Kendavî bironî dibêjin em hevpeymanên Îsraîlêy ne gelo Kurd çima newêrin vê yekê bibêjin erê Îsraîl ne amadeye yan em ditirsin?
- Siudiya rind dizane ku bêy piştevaniya Îsraîlê wê bikeve ber hêrişên mezinên Îranê, hindî ku Siudiya bawerî bi Îsraîlê hey hind bawerî bi Emrîka nîne, dîsan Siudiya baweriyek temam bi damezrandina dewleta Kurdistanê heye, dibara Îsraîlê jî de Îsraîl amadeye hemû curên hevpeymaniyê tev Kurdan bike, eger em niha daxwaz bikin Îsraîlê ya amadeye. Lêbinêre dema ku DAIŞ ê hêriş kiriye ser Kurdistanê Îsraîlê eşkera ji Obamay re got eger tu biryar nedey wê em bi firoke û sipayê xwe berevaniyê ji Kurdistanê kin. Lewre Obama ragehand ku Kurdistan hêla sore, ez dibêjim Barzanî gavîn pir baş jibo bidestxistina piştevaniya nîvneteweyî bo Kurdistanê havêtine, lê serok Barzanê gişt bizavên xwe ji me re eşkera nake û em jî nizanin ew çi gava dihavêje, lewra dema ku welatek mezin mîna Îsraîlê li deverê dibêje ez amademe Kurdistanê û dewleta Kurdistanê biparêzim, wate ewê amadeya xwe derbirî , biya min ev hevpeymaniye hatiye behiskirin bitinê maye bibe nivîsîn û eşkera bibe, ez hêvî xwazim were eşkera kirin. Jiberku pêwîste berî em şerî ji bo rêfrandomê û serxwebûnê bikin gereke me bernamê parastina Kurdistanê hebe û ev yek jî girêday hevpeymaniya Siudî û Îsraîlê ye.

* Wate bi nêrîna we girêdana hevpeymaniya serbazî bo parastina Kurdistanê li pêş encamdana rêvrandomê û ragehandina dewleta Kurdistanê be?
- gereke berê her tiştî hizir li girêdana peywendiyên serbazî tev Siudiya û Îsraîlê werekirin, jiberku eger niha rêfrandom were encamdan yan serxwebûn were ragehandin wê bibe şer , lewre divê pêş her tiştî me pilana parastina Kurdistanê hebe, Kurdistan jî wê bi hevpeymaniya serbazî wereparastin.

* Di van heyaman de Ban Kî Mon emîndarê giştiyê netewên yekbuyî seredana Herêma Kurdistanê kir û li gel serok Barzanî civiya, xuyaye Ban KÎ Mon ku nuneratiya netewên yekbuyî dike, nuneratiya welatên xwedê serwerî dike, çawa seredana herêma Kurdistanê kir?
- Ban KÎ Mon bi firmana dewletên endamên hertimî yên civata ewlehiya nêvneteweyî seredana Kurdistanê kir, endamên hertimî jî pêktên ji (Emrîka , Rosiya , Berîtaniya, Ferensa, Çin) bi piştevaniya wan hatibû jiberku zilhêz gehiştine wê bawerê ku pirsa ewlehiya rojhelata navîn û têkbirina DAIŞ ê di destê Kurdan da ye, yê hatî da ji mere bibêje ku Emrîka û Rosiya û Îsraîl hev dengin li ser dirustbuna dewleta Kurdistan. Berê beisiyan digot ((rojhilat û rojava li ser ti pirsekê nebûne yek tenê li ser pirsa Kurdî yekin)) lê îro cudaye hemû alî li ser dewleta Kurdistanê hevdengin û weke dewlet temaşey Kurdistanê dikin, ew hatibû ji turkiya û Îraqê û Îranê re bêje ku em piştevanên Barzanî û dewleta Kurdistanê ne, Erdugan di şerê DAIŞ ê de gotineka rast kir û got: başe Heleb wêran û kavil bû, çima rojava bajarekê weke Helebê na parêzît belê Kubanê diparêzît. Zêdebarî vê yekê Obama bi xwe dibêje Hewlêr hêla sore, divê bi hurî divana bigehîn, lewra hatina Ban Kî Mon bo Kurdistanê wate dewleta Kurdistanê di nexşeya rojhelata navîn ya dahatû da heye û Saykispîko bidawî bû.

* Ya ku li vê dawiyê li bexdayê binavê hikumeta teknokrat û paşguhxistina temama Kurdan bû gelû hûn çawa vê yekê heldisengînin?
- Ya ku binavê hikumeta teknukrat ne tenê paşguhxistina Kurdane, belku nemana Kurdan bû di pirosa siyasî de û nemana destura Îraqê bû, herwesa dawîhatina Îraqê bû, ev şere niha ne dinêva Kurd û şîeye uan şîe û sineye belkî dinava mala şîeyan de bixweye, hind ji aliyên şieyan razî nabin ku Îraq bibe koloniyalê Îranê , lewre niha Emrîka pîtgêriya Ebadî dike, jiberku Ebadî li dijî Îranê ye, Muqteda Sedir şerî dike ku ew bixwe bibe merciîyet cihê sîstanî bigre, lê Îran razî nabe, lewre tu cidahî dinavbera Sedir u Ebadî û malikî de tune, her duhî bû ku perlemantarekê teyar Sedrî ji Vîyan Dexîl re got dê wekeyne sebaya û Ebid û ji alîgirên Sedir re bin, ev gotine gotina Îranê ye.

* Lê heya niha Kurd şanda dişîne bexdayê û şav her li bexdaye?
- Şandina şanda ji bo bexdayê ne jiber xatira çavên şiaye, belku nîşandana niyeta paka Kurdistanê ye ji bo Emrîka , daku xuyaken ku Kurd dixwazin li gur desturi di nava îraqê de bimînin lê Îraqê destur nemaye , em dibînin ku hikumeta îraqê muçeyê Heşda Şeibî û kirêgirtiyan li şingalê dide lê yê pêşmergey nade, biya min tu peywendî bi Îraqê re nemaye, lê nabe biyek carê deriyê siyasetê û diplomatîkî were daxistin.
* Eger em behsa azadkirina Musilê ji destê DAIŞ bikin, hindek dibêjin ku piştî azadkirina Musilê metirsî li ser Kurdistanê pêtir dibe, divî biyavî de nêrînên we çine?
- Musil dê were azadkirin û Emrîka rênade Îran rulî di azadkirina musilê de bilîze, bernamê azadkirinê xistiye li jêr destê xwe, hevpeymanî dinavbera sipayê Îraqê û pêşmergey û heşda niştîmanîya sune hatiyekirin, rê nahêtedan ku Heşda Şîe beşdarî azadkirina Musil bibe, eger biviyana Îranê be Îran naxwaze tu bajarekê Suneyan nexasime Musil were rizgarkirin, lê Musil wê were azadkirin û dewleteka Erebên Sune wê li Îraqê û Suriyê were damezrandin û dê ew dewlet jî dusta Kurdistanê be û hevpeymana Siudî û Îsraîlê be, di vê rewşê de yan gereke her sê herêm di Îraqeka konfidral dabin yan jî dabeşbibin ser sê dewleta.

Wergêran ji K X
Bijar Şêxmemî
Top