• Wednesday, 22 January 2025
logo

Li Aysel Tuglukê 3 sal ceza hat birîn

Gulan Media January 22, 2025 Nûçe
Li Aysel Tuglukê 3 sal ceza hat birîn

Li parlamentera berê ya HDPê Aysel Tuglukê bi hinceta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” 3 sal cezayê girtîgehê hat birîn.

Rûniştina doza hevseroka berê ya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) û parlamentera berê ya HDPyê Aysel Tuglukê ku bi hinceta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” li Dadgeha 6emîn a Cezayê Giran a Amedê hat kirin.

Aysel Tugluk bi xwe ji ber ku pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê beşdarî rûniştina dozê nebû lê belê parêzerê wê Serdar Çelebî di rûniştina biryarê de amade bû.

Dadgehê xwest bi hinceta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” ceza li Aysel Tuglukê were birîn.

Heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û 3 sal cezayê girtîgehê li Aysel Tuglukê birî.

Dadgehê cezayê li Tuglukê hatiye birîn kêm nekir û her wiha biryar da biryara ceza neyê taloqkirin.

Li Aysel Tuglukê sala 2016an ji ber xebatên wê yên siyasî, bi hinceta “rêveberiya rêxistinê” 10 sal cezayê girtîgehê hatibû birîn.

Tugluk li girtîgehê bi nexweşiya demansê (jibîrçûnê) ket û pişt re Saziya Tiba Edlî diyar kir ji ber rewşa xwe ew nikare li girtîgehê bimîne.

Tugluk 27ê Çiriya Pêşîn a 2022yan ji Girtîgeha Kandirayê hatibû berdan.

 

Rudaw

Top