• Monday, 29 April 2024
logo

Bircek Weke Birca Xelîfe Li Hewlêrê Tê Çê Kirin

Gulan Media September 27, 2012 Corane
Bircek Weke Birca Xelîfe Li Hewlêrê Tê Çê Kirin
Duh di çarçoweya konferansa bazirganî ya Îraq – Almanê de kompaniyên mezin yên Almanî amadebûna xwe bo kar kirin li Kurdistanê de diyar kirin.

Di vê derbarê de Birêveberê kompaniya Baverî ya Almanî yaku, birca Xelîfe li Dubayî çêkiriye eşkere kir ku, kompaniya wan amadeye daku, bircek weke bica Xelîfeyê li Hewlêrê de çê bike.

Çavkanî di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kiriye ku, vê di Meha pêş de beşdariya pêşengeha navnetewî ya Hewlêrê a di warê hêlbirînê de dikin.

Birêveberê kompaniya Baverî ev yek jî eşkere kiriye ku, kompaniya wan gelek dixwaze li Kurdistanê de dest bi karên curbicur bike jiber ku, li Kurdistanê de gelek karasanî ji kompaniyan re tê pêşkêşkirin lewre kompaniya me jî biryar daye bircek anjî tawerek weke ya Xelîfe a li Dubayê li Hewlêrê de jî çê bike.
Top