• Thursday, 26 December 2024
logo

Bijîşkekî Kurd li Amerîkayê yekem neştergeriya robotî bo çandina gurçikan kir

Gulan Media November 17, 2024 Corane
Bijîşkekî Kurd li Amerîkayê yekem neştergeriya robotî bo çandina gurçikan kir

Dr. Xazî B. Zêbarî ku xelkê Herêma Kurdistanê ye û li Amerîkayê dimîne, wek pêngaveke dîrokî yekem neştergeriya çandina gurçika bexşîna zindî, bi alîkariya robotî li bakurê Louisiana kir.

Li Navenda Bijîşkî ya Willis-Knighton North li Shreveport, Dr. Zêbarî ev neştergeriya serkeftî bi sîstema neştergeriya robotî ya pêşketî ya Da Vinci XI pêk anî ku çendîn sûdên giring tê de heye, wek: kêmkirina êşê, başbûna zûtir û kêmbûna metirsiyên iltîhaba birînê.

Dr. Zêbarî li ser vê neştergeriyê dibêje: “Ev teknolojiya nû, derfeteke duyem dide nexweşên ku berê ji ber giraniya zêde û qelewiyê hatine redkirin. Ev serkeftin dê bi girîngî kalîteya lênihêrîna nexweşên çandina gurçikê baştir bike.”

Dr. Zêbarî, ku xwediyê paşerojeke akademîk a serkeftî ye, derçûyê zanîngeha Tennessee ye û xwediyê Fellowship ji Zanîngeha Johns Hopkins e. Ew niha li Navenda Çandina Herêmî ya Willis-Knighton wek neştergerekî çandina organan kar dike.

 

K24

Top