• Tuesday, 26 November 2024
logo

Serokê Dadgeha Federalî ji ber neşandina mûçeyên Herêma Kurdistanê nîgeran e

Gulan Media November 26, 2024 Nûçe
Serokê Dadgeha Federalî ji ber neşandina mûçeyên Herêma Kurdistanê nîgeran e

 Peyamnêrê K24ê li Bexdayê Şivan Cebarî radigehîne, “Di rûniştina Serokê Dadgeha Federalî û Firaksiyonên Kurdî li Civata Nûnerên Îraqê de, Serokê Dadgeha Federalî tekez kiriye ku di nêzîktirîn dem de rûniştinekê bi amadebûna Serokwezîrê Îraqê û Wezîra Darayî û Firaksiyonên Kurdî rêk dixe, ji bo vedîtina rêçareyeke guncayî û dubarenebûna paşxistina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê.”

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê Şivan Cebarî îro (Duşem, 25.11.2024) ragehand, “Serokê Dadgeha Federalî di bersiva daxwaza Firaksiyonên Kurdî de ji bo çarekirina arêşeya paşxistina mûçeyên Herêma Kurdistanê ragehandiye, Serokê Dadgeha Federalî biryar da ku di nêzîktirîn dem de rûniştinekê rêk bixe, wekî helwestwergirtinek li beranberî wan arêşeyên ku hene, ji bo ku çareseriyên bingehîn jê re vebibîbin.”

Şivan Cebarî eşkere jî kir ku, ew rûniştin bi amadebûna Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Wezîra Darayî ya Îraqê Teyf Samî û Serokê Firaksiyonên Kurdî tê kirin, ji bo ku hemî li pey çareseriya arêşeyan bigerin.

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê amaje jî da, “Firaksiyon wesa difikirin ku pirsa mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bi temamî hatine siyasîkirin.”

 

K24

Top