Siyasetmedarekî Iraqî ji bo milîsan: Rihmê bi xwe û malbata xwe bikin û Iraqê têkelî şerê Îsraîlê nekin
Siyasetmedarekî Iraqê daxwaz ji milîsên çekdarên Iraqê dike dest ji avêtina mûşek û dronên êrîşî Îsraîlê berdin ku Iraqê têkelî şerê navçeyê nekin.
Siyasetmedarê Iraqê û Serokê Partiya Umme Mîsal Alûsî di peyameke xwe ya tora civakî X de ku ew peyam arasteyî milîsan dike û dibêje; ‘’Ji bo Iraqiyan di yekrêziya qadê û milîsan; Hizbulah naçar bû agirbesta şer li gel Îsraîlê qebûl bike, lê piştî jinavbirina Lubnanê û şîeyên wî welatî.’’
Ev peyama Alûsî piştî belavbûna ragirtina şerê navbera Îsraîl û Hizbulahê hat, ku geheştine rêkeftineke serekî bo ragirtina şer li Lubnanê.
Siyasetmedarê Iraqî xîtabî milîsên Iraqê dike û nivîsand: ‘’Ey dilxwazên mûşek û dronan, dest ji têkelkirina Iraq û Iraqiyan a wî şerî berdin û rihmê li xwe û malbatên xwe bikin di wî şerên navçeyê de û têkelbûn kuştina Iraqiyan dest jê berdin. Ev ji bo we baştire û hûn jî wê dizanin.’’
Di heyamên borî de Îsraîlê bi fermî nameyek ji encûmena asayîşa Netewên Yekbûyî re şand û gef li milîsên çekdar ên Iraqê xwar ku êrîşên mûşekî û dronî li hember Îsraîlê dikin û mafê Îsraîlê yê xwe parastinê li hember her êrîşekî heye.
Wezîrê Derve yê Îsraîlê jî heftiya borî ragehand: Hikûmeta Iraqê jî her êrîşekî ji Iraqê bê kirin berpirse ku li ser axa wan pêktê û Tel Avîv û Îsraîl jî mafê wê yê berevanî li xwe kirinê heye.
Rojnameya Meiarif a Îsraîlê jî belav kir, tenê meha borî de milîsên Iraqî 65 êrîşên cuda li ser Îsraîlê pêkanîne û berpirsyartiya xwe jî ragehandine.
Basnews