• Tuesday, 30 April 2024
logo

Wê li fezayê kana bigerin

Gulan Media April 28, 2012 Corane
Wê li fezayê kana bigerin
Marqaya teknolojiyê Google û derhênerê Îngilîz yê sînemayê James Cameron, bi hev re dest avêtine kankeriyê.

CEOyê Googlê Larry Page, CEOyê berê Erîc Schmidt, derhênerê sînemaya îngilîz James Cameron û afirênerê X Prize Peter Diamandis, fîrmeke ku li fezayê wê kankeriyê bike ava kirin.

Gorî nûçeya Wall Street Journal, fîrmaya ku navê wê "Planetery Resources" (çavkaniyên gerstêrkî)e wê roja sêşemiyê, bi lidarxistineke çapemeniyê bi raya giştî re were nasandin. Hîn baş nehatiyê fehmkirin ku kankeriya dike li fezayê bikin tê çi wateyê.

Bi vî awayî, Googlea ku di teknolojiyê de marqaye û di gelek beşan de ramedaniyên xwe hene, rûpeleke nû vekir û kankerî jî xiste nav lîsteya karên xwe.
Top