• Tuesday, 21 May 2024
logo

Merîwan Qerenî: Ên bi saya siyaseta erebkirinê ya Beis anîne ser zeviyên kurdan hewla dagirkirinê didin

Gulan Media April 30, 2024 Nûçe
Merîwan Qerenî: Ên bi saya siyaseta erebkirinê ya Beis anîne ser zeviyên kurdan hewla dagirkirinê didin

Endamê Encûmena Asayîş û Berevaniyê li Encûmena Nûneran (Parlamentoya Iraqê) Merîwan Qerenî derbarê rêgiriyên li cotkarên kurd yên li navçeyên Kurdistanî tên kirin de ragehand: Ewên ku bi saya siyaseta erebkirinê ya rejîma Beis a hilweşyayî anîne ser zevî û erdên kurdan, bi piştevaniya artêşa Iraqê hewl didin dest daynin ser zeviyên kurdan.

Îro 29.04.2024ê Merîwan Qerenî di beyanameyekî de ragehand: Mixabin her sal di demsala pêgeheştina berhemên dexlûdanên cotkarên kurd de zanyariyên wisa digehin me ku erebên hawirde yên di saya siyaseta erebkirin a rejîma Beis a hilweşyayî de anîbûn ser zeviyên kurdên navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bi piştevaniya artêşa Iraqê hewla destdanîna ser zeviyên kurdan û berhemên wan ên çandiniyê didin.

Herwaha teqez kir: Herçend ev diyardeye di dema kontrola hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li wan navçeyan nemabû, lê mixabin piştî xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê ku aliyekî Kurdistanî bû sedem ku careke din şovenîst moral bigrin û xewna dagirkeriya zêdetir li ser Kurdistanê bibînin.

Merîwan Qerenî balkêşa ser wê yekê ku: Tişta ku nîgeraniyên me zêde kiriye ew e şeva borî ve cotkarên hin navçeyên sînorê Kerkûkê bi taybet jî li çend gundên sînorê Pirdê behs dikin ku ji aliyê artêşa Iraqê ve gef li wan tê xwarin û nahêlin dexlûdanê xwe bidrûn û li wan hatiye qedexe kirin.

Herwaha got: ‘’Em teqez dikin ku cotkarên kurd li ser zeviyên mulkê bav û bapîrên xwe her cure destdirêjiyekî û hewldanekî ji bo dagirkirina zevî û erdên wan em red dikin û dijî radiwestin. Daxwaz ji artêşa Iraqê dikin li gor destûr û yasayê tevger bikin û nebin amûrek ji bo dijatîkirina ti pêkhateyekî li pêkhateyên Iraq.’’

Qerenî got: ‘’Berovajî wê eger ew tevger berdewam bikin Herêma Kurdistanê û gelê kurd mafê her rêyekî heye ji bo parastina can û malê xelkê xwe, ev jî tê wê wateyê ku çi ji dest me bê emê wê bikin û li dij rawestin û ku ew zulma li cotkarên kurd tê kirin bê rawestandin.’’

 

Basnews

Top