• Sunday, 30 June 2024
logo

Helbijartina rasterasta srok ne girêdayî deshelatên serok e

Helbijartina rasterasta srok ne girêdayî deshelatên serok e
Profîsor Cak Stîrîn mamostayê zanistên siyasî li zanîngeha Bêrklî û pispor li ser akarên siyasî û baweriya siyasî û demokratiya rasterast û nasnama neteweyî , ji bo bersivdana pirsên Gulan û xeberdan li ser guhartinên sîstemî û hikumranî bi vî awayê peyvî:

* tevî ku şêwazî dîmokratî û nûneratî di binyat de perlemanî bû çavkaniyên vî şîwazî vedigerin Berîtaniya lê bi bûrîna demî dû şêwazên din peyda bûn ewjî serokatî û nîmçeserokatî niha her sê şêwaz tên birêkirên gelo ev guhartin çawa dirustbû?

- ji aliyê dîrûkî ve welatên dîmukrat yek ji wan şêwazên we gotî peyrewdikin ku tê de serok ji aliyê deshelata yasadananê tê helbijartin wek Îtaliya ku serok wek paşa ye dema ji sîstemê paşatiyê ber bi sîstemê perlemantiyê diçin serok pêtir rulek teşrîvî dilîze û rula wê ne weqas bihêze, di wî sîstemî de karê serok ewe kesek di nava perlemanê de xiyabike yan daxwaz jê bike ku hikumetê pêkbîne wate kesê ku deshilata rasteqîne heye serok wezîre, eger temaşey Berîtaniya bikin ewan seron tuneye lê wan şahjin heye, ji aliyekê din wek Ferensa ku sîstema berê serok tu deshilatek nebû lê niha deshilat dinavbera serok û serok wezîran de hatiye parvekirin, karê sereke yê serok di biwarê siyaseta derekî û siyaseta berevaniyê de ye, caran rewş dibe ku serok wezîr û serok ji du partên cuda bin ev jî cudahiyan dirustdike, li dawiyê jî sîstema Emrîka heye ku hem serok û hem kongirês ji aliyê xelik ve rasterast tên helbijartin îdare jî ji dervey deshilata perlemane û li cem serok berpirsatiye, serok pêşniyazan pêşkêşî kongirêsî dike ew dikare bi belê yan nexêr bersivbide niha ku demokratan serokatî didest deye ku serok Obama ye li kongirêsê jî komarî xwedî biryarin û bi hesanî li ser gişt biryaran razî nabin, ji berwê bigir û vekêş di navbera wan du saziyan de heye , lê pir welat hene perleman û serokwezîreên bihêz hene û serok têde mîratgirê paşaye û di rêyên pirosên demokratkirênê de lawazin.

* Çima giringe serok ji bal Xelkê ve were helbijartin?

- eger serok rasterast ji bal xelkê ve were helbijartin û piraniya welat digel de be weha ew kes wê xwedî şeriyetek pêtir be, lê ew şeriyet û deshilatê wê li berçavbin dema ku serok bikaribe welatê xwe gavbigav pêşbixe.

* Gelo helbijartina serok ji bal xelkê ve pêtir deshilatê dide serok û serok xwedî deshelatên zêdetire?

- pirsgirêk helbijartina rasteras û ne rasterast nîne, pirs deshelata seroke, eger em welatekê weke Êrlenda yan Nemsa temaşekin emê bibênin ku deshilata serok ne bihêze, belê serokê Elmaniya ji serok wezîrên wî wilatî bihêztire, wate ne giringe ku ji bal xelik yan perleman ve were helbijartin, lê eger serok xwedî deshilatek pir be weke Emrîka û Ferensa ji bal xelkê ve tê helbijartin, ji berku eger serok bi awayekê nerasterast were helbijartin dibe ku serokekê bihêz nebe û tim li jêr kontirola perleman de be, giringiya helbijartinên rasterast û ne rasterast ewe ka destûr çi deshilat bi serok dane, wate eger serok deshilatên reha hebûn pêwşste rasterast ew deshilat were helbijartin çunkî pêwîstî bi şeriyet û piştgêriya cemawer heye û wê demê giringiyê nade balansa dinav partên perlemanî de lê eger serokekê lawaz û teşrîfî be tu cudahiyên weha dirust nabe.

*Eger serok ji bal perlemanê ve were helbijartin nabe heman zorîneya ku hikumet pêkanî?

- Eger helbijartinên rasterastên serok hebûn wê serokî bandûr di pêkanîna hikumetê de hebe, eger parta wî piranê bû di perlemanî de. Yek ji pirisgirêkan dema ku helbijartinên perleman û serokatê cuda tên kirin di be ku herdula ser bi heman part be wê demê bêhevrikî derbazdibe. Eger rewş weke niha ya Emrîka be ku serok ser bi partekê be û kongirês jî ser biparteka din be weha hevdijiyek pir wê were ara û bi hesanê nagehin tu yasayan , ev du aliye jî bandurê li yekdinin.

* Pircaran heye ku serok ne ji wê partêye ya ku di Perlemanî de piraniye gelo hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

- helbet ev jî pêdivî çavdêriya siyasiye û bi danûstandinê kar birêve diçe lê pir çetine niha rewş li Emrîka wehaye, wate gelo gengeşeya wan dê sazişek hebe yan ne.

* ta çi rade saziyên bihêz bandûr di ewlehî û hikumdariyê de hey?

- Eger welatekî dabeşbûnên kûr hebin wate dabeşbûnên ayinî û etnî pêwîstî bi sîstemekî heye ku bi saziş ş rêkeftan be, em behsî pêkanînên başên saziyan dikin , sazî dikarin rulek baş di çarekirina hevdijiyan de bigêrin, eger ew sazî guh bidin gazindên civakî , lê eger civakê hevdijiyên sedsalê hebûn û bawerî bihev newê di welatekê de bijîn. Pêdivî bi hind saziyane ku bixebitin ji bo ku herdu alî pişt rastbin ku hevdijatiya hev nakin, eger ne şerê navxwe wê dirustbibe niha li Îraqê û pir navçeyên rojhilata navîn ev yek heye.

Wergêran j.k.x
Bijar Şêxmemî
Top