• Sunday, 16 June 2024
logo

Obama cara dûyemîn bû serokê Amerîka

Gulan Media November 7, 2012 Nûçe
Obama cara dûyemîn bû serokê Amerîka
Di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de Barack Obama cara dûyemîn bû serokê Amerîkayê. Bi vî awayî Obama wê 4 salên din serokatiya Amerîka bike.

Amerîkiyan ji mûcadelaya navbera Barack Obama û namzetê Komariyan Mitt Romney re biryar girtin ku bi Obama re bidomînin.

Ji bo hilbijartina serokatiyê divê serok ji 538 delegeyên hatine hilbijartin 303an qezenc bike, ligel encamê hilbijartinê yên li eyaleta Ohio hêjmara delegeyên Obama gihişt 303an. Bi vî awayî Obama bû 45. serokê Amerîka. Herwiha Obama 17. seroke ku cara duyemîn dibe serokê Amerîka.

Ji ber ku hêjmartina dengan bi dawî nebûye, hê rêjeya dengên Obama û Romneyê tam zelal nebûye. Li gorî yasaya hilbijartinê dengê kê ji 270an zêdetir be, ew serdikeve.

Namzetê Komariyan Mitt Romney dengê 203 delegeyan bi dest xist.

Barack Obama li ser tora civakî ya Twitterê spasiya kesên piştgiriya wî kirine kir.

Piştî ku Obama serkeftina xwe îlan kir, Romney pîrozbahiya wî kir.

Rudaw
Top