• Saturday, 29 June 2024
logo

Serokwezîr Sayloyeke mezin li Hewlêrê vekir

Serokwezîr Sayloyeke mezin li Hewlêrê vekir

Dikare 40 hezar ton genim hilbigire.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîmeke taybetî de ku, têde hijmareke zêde Cotkarên deverê jî têde beşdar bûn sayloyeke mezin ya hilgirtina genimê li qezaya Qoştepe ya ser bi parêzgeha Hewlêrê vekir.

Her di vê merasîmê de Serokwezîrê Kurdistanê gotarek jî pêşkêş kir û tekez li ser girîngîdana hikûmeta herêma Kurdistanê bi kerta çandiniyê û berdewamiya piştîvaniyên hikûmetê bo Cotkaran kir.

Serokwezîr di gotara xwe de diyar kir ku, girîngîdan bi kerta çandiniyê netenê dibe sedema vejandina abûriyê belku, hevdem pêngaveke girînge bo dabîn kirina asayîşa xwerakê û ev sayloya ku, îro hat vekirin dikare ximzeteke gelek zêde pêşkêşî Kurdistanê û Cotkaran bike.

Piştî gotara xwe, Serokwezîr serdana beşên curbicur yên vê sayloyê kir.

Top