• Saturday, 29 June 2024
logo

ROJAVA – 290 şervanî perwerdeya xwe xelas kir

ROJAVA – 290 şervanî perwerdeya xwe xelas kir

Li Rojavayê Kurdistanê 290 şervanî perwerdeya xwe ya leşkerî xelas kir.

Li Rojavayê Kurdistanê rêûresma derçûnê ya 290 şervanî hat lidarxistin ku ji aliyê Hêzên Xweparastinê yên Rêveberiya Xweser ve hatin perwerdekirin.

Ev şervan 45 rojan fêrî waneyên leşkerî, siyasî û hizrî bûn.

“Hûn dê bibin parêzvanên meydana rûmet û kerametê”

Hazim Burhan Idrîsê Rahênerê Leşkerî wiha xîtabî şervanên derçûyî kir:

“We di vê dewreyê de waneyên siyasî, îdeolojîk û leşkerî wergirtin.

Piştî derçûnê hûn dê bibin parêzvanên meydana rûmet û kerametê da ku hûn rêya şoreşê û şoreşvanên berî xwe bidomînin.

Divê hûn di vê rewşa tarî de xetîreyên ronahiyê bin ji bo hemû pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê.”

Akademiya Ferhad Dêrîk hat vekirin

Li hêla din, Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Akademiya Ferhad Dêrîk jî vekir.

Hat ragihandin ku ev akademî bi armanca bipêşxistina kar û barên îdarî, dîplomasî û protokolî yên li saziyên Rêveberiya Xweser hatiye vekirin.

Elî Ebdurehmanê Hevserokê Ofîsa Rahênan û Amadekirinê ya Rêveberiya Xweser li ser armancên Akademiya Ferhad Dêrîk got:

“Armanc ji vekirina vê akademiyê bipêşxistina kar û barên îdarî ye.

Herwiha dayîna waneyên hizrî, waneyên girêdayî kar û barên îdarî û taybet ên li ser şêweyê birêvebirinê, dayîna waneyên siyasî, dîplomatîk û protokolî hinek ji armancên me ne.”

Berpirsên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê didin zanîn ku ew dixwazin di warên leşkerî û îdarî de de gavên pratîk bavêjin da ku karibin destkeftên salên şerê li bi terorê re biparêzin.

 

Rudaw

Top