‘Em ji bo navbeynkariya Tirkiye û PKKê amadene’
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bersiva pirsên BBC Farisî da. Nêçîrvan Barzanî pêşniyar kir ku di navbera PKK û Tirkiyê de navbeynkariyê bike. Navbirî diyar kir ku divê şert û mercên Ocalan ên girtîgehê bên sererastkirin û wiha got: “Ger Tirkiye bi rastî dixwaze pirsa PKKê çareser bike, divê bi PKK û heta bi serokê wê Ocalan re hevdîtinan bike.”
Nêçîrvan Barzanî ji bo çareseriya pirsa kurd li Tirkiyê 3 pêşniyar kir. Yek ji van pêşniyaran jî ew e ku şert û mercê serokê PKKê Abdullah Ocalan ên girtîgehê bên başkirin. Di vê derbarê Nêçîrvan Barzanî got: “Divê Tirkiye berî her tiştî bi Ocalan re hevdîtinê çêke. Pêşniyara bila PKK bê şert û merc çekan dane, tiştekî derveyî mantiqe. Ji bo çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyê pêşniyarên me çêbûn. Em ji bo navbeynkariya Tirkiye û PKKê, heta ji bo hevdîtinên navbera herdu aliyan de jî amadene û amadene malavayiyê bikin. Divê berî her tiştî PKK û Tirkiye şer rawestînin. Divê şert û mercên Ocalan ên girtîgehê bên baş kirin û ji bo çareserkirina pirsa kurd, dest bi hevdîtinên ciddî bên kirin.”
Rudaw