Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Bazirganiya Brîtanya kir
Li hevdîtinê de, Konsolê Giştî yê Brîtanya ji bilî xweşhalî derbirîna bi serdana şandê ya Herêma Kurdistanê girîngiya beşdarbûna hejmareke ber bi çavê kompanyayên Brîtanya ya li heştemîn Pêşangeha Navdewletiya Hewlêrê kir û ragihand ku îsal hejmara kompanyayên Brîtanya gihîştiye 39 kompanya û 61 pîspor jî nûnerayetiya wan dike ku eve jî hejmarekî ber bi çave û nîşana girîngîpêdana welatê Brîtanya bi Herêma Kurdistane û geşbûna aborî û bazirganiya Herêma Kurdistanê jî wekî kartêkirineke serekî ji bo dirustkirina pêwendiyekî bazirganiya bi hêz da zanîn û hêvî xwest ku ev beşdarî bibê sedema vekirina asoyekî berfirehtirê alîkariya aborî û bazirganiya li navbera kertê taybetiya Brîtanya û dam û dezgehên Herêmê ya bi navê binyadnana proje û çalakkirina hemû kertan û binyadnana bingeha aboriya Herêmê.
Serok Barzanî aramiya siyasî û îdariya Herêma Kurdistanê û pêşketina aborî û bazirganiyên Herêmê ronahî kir û vekirina hemû dergehên Herêmê jî bi rûyê kompanyayên aborî û bazirganiyên Brîtanya da dûpatkir û beşdariya vê hejmara ber bi çavê kompanyayên Brîtaniyan li heştemîn Pêşangeha Navdewletiya Hewlêrê bi navê pêşxistina pêwendiyên Herêm û Brîtanya de bi hengavekî dirust da zanîn.
Paşê li guftûgoyekî vekirî ya li navbera Serok Barzanî û endamên şandê birêveçû ku têda çendîn mijarên pêwendîdar bi rewşa aboriya Herêma Kurdistanê pêkhatibûn hate ronahî kirin.