• Friday, 28 June 2024
logo

Salih Mislim: Hilbijartinên şaredariyan dê di dema xwe de werin kirin

Salih Mislim: Hilbijartinên şaredariyan dê di dema xwe de werin kirin

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim diyar kir ku dê hilbijartinên şaredariyan ên li Rojavayê Kurdistanê di dema xwe de werin kirin.

Hevserokê PYDyê Salih Muslim ji Rojnameya Şerqul Ewsetê ya Erebistana Siûdiyê re axivî.

Salih Muslim da zanîn ku Rêveberiya Xweser rijd e ku hilbijartinên şaredariyan di meha tebaxa de bêne kirin.

Li gorî gotina Salih Muslim, Amerîka ne bi wê yekê re ye ku hilbijartin werin kirin.

Salih Muslim amaje bi pêvajoya bipaşxistina hilbijartinan kir û wiha got:

“Hatibû plankirin ku hilbijartin di 30ê Gulanê de bên kirin lê ji ber kêmasiyên lojîstîkî yên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan, ji bo 11ê Hezîrana 2024an hatin bipaşxistin.

Careke din li ser daxwaza hin partiyan, ji bo meha tebaxê hatin paşxistin.”

“Gefên Tirkiyeyê ne ji ber hilbijartinan in”

Muslim behsa zextên Amerîka û Tirkiyeyê yên li ser hilbijartinan jî kir û wiha  axivî:

“Sedemên bipaşxistina hilbijartinan, ne ji ber îdiayên girêdayî hebûna zextên Amerîkayê û zêdebûna gefên Tirkiyeyê bûn.

Em dê van hilbijartinan bikin û biryar di destê Komisyona Bilind a Hilbijartinan û aliyên siyasî de ye. Divê ev hilbijartin di roja diyarkirî de bên kirin.

Amerîka ji me re got, ‘hûn di vê gavê de lez dikin.’

Gefên Tirkiyeyê ne ji ber hilbijartinan in, ev 8 sal in, yanî ji sala 2016an ve gef hene û Tirkiye pêwîstiya wê bi hincetan nîne.

Tirkiye hemû pêkhateyên Sûriyeyê dike armanc. Her projeyeke demokratîk dike armanc û çi bixwaze dike.

Êrîşî herêmên me dike, Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî jî dagîr kirin.”

Hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Rêveberiya Xweser biyar dabû 30ê Gulanê hilbijartin li 7 kanton û herêmên Rêveberiya Xweser ên wekî Şehba-Efrîn, Cizîr, Minbic, Ferat, Tebqa, Reqa, Dêrezorê bên lidarxistin.

Piştre hilbijartin ji bo 11ê Hezîranê hatin bipaşxistin. Herî dawî Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê da zanîn ku hilbijartin ji bo meha Tebaxê hatiye bipaşxistin.

Di hilbijartinan de dê ji bo 121 navendan hevserokên şaredariyan û endamên meclîsên şaredariyan werin hilbijartin.

Li Rêveberiya Xweser heta niha 2 caran hilbijartin hatin lidarxistin.

Li Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê mafê 3 milyon kesan heye beşdarî dengdanê bibin.

Li aliyê din, ew penaberên ku zêdetirî 5 salan li Rêveberiya Xweser niştecih bûne jî dikarin beşdarî hilbijartinan bibin.

 

Rudaw

Top