• Friday, 28 June 2024
logo

Yekîtiya Ewropayê vîzeya 200 hezar welatiyên Tirkiyeyê red kiriye

Yekîtiya Ewropayê vîzeya 200 hezar welatiyên Tirkiyeyê red kiriye

Yekîtiya Ewropayê par vîzeya 200 hezar welatiyên Tirkiyeyê red kiriye.

Yekîtiya Ewropayê, rêkarên vîzeyê yên ji bo welatiyên Tirkiyeyê zehmettir dike û roj bi roj hejmara redkirina vîzeyan zêdetir dibe.

Li gorî amarên Yekîtiya Ewropayê, sala 2023yan piştî Îranê herî zêde daxwaza vîzeyê ya welatiyên Tirkiyeyê hatiye redkirin.

Sala 2023yan milyonek û 55 hezar û 885 welatiyên Tirkiyeyê ji bo wergirtina vîzeyê serî li welatên Yekîtiya Ewropayê daye û ji sedî 16ê serlêdanan hatine redkirin.

Bi tayebetî jî hinek welatên wekî Almanyayê heta 7 mehan bersiva vîzeyê nadin.

Tirkiye demeke dirêj e dixwaze pirsgirêka vîzeyê ya li gel welatên Yekîtiya Ewropayê çareser bike da ku welatiyên wê bê vîze biçin Ewropayê.

Yekîtiya Ewropayê jî ji Tirkiyeyê dixwaze ku hinek yasayan biguhere û di serê lîsteyê de jî “yasaya terorê” heye.

 

Rudaw

Top