• Sunday, 16 June 2024
logo

Li taxa Kurdan Şêx Meqsûd 4 sivîl hatin kuştin

Gulan Media October 16, 2012 Nûçe
Li taxa Kurdan Şêx Meqsûd 4 sivîl hatin kuştin
Li gor agahiyên hatîn bidestxistin, îro (16/10/2012) li danê nîvro li taxa Kurdan Şêx Meqûd ya Helebê guleyeke hawînê li taxê ket û di encam de 4 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Li gor çavkaniyên deverê, îro guleyeke Hawinê li nêzî cihê lêgerîna asayîşê ket û li gor agahiyên destpêkê di encam de 4 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Hêjayî gotinê ye, ev demeke êrîşên li dijî deverên Kurd lêdimînin zêde bûne û heta gelek cara balefirên şer yên rêjîma Sûriyê tirimbêlên rêwiyan yên Kurdan bomebaran dike.

Avestakurd
Top