Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Encumena Bazirganiya Emerîkî Kurdistanî kir
Li hevdîtinê de, Serokê Encumenê kurtî di derbarê çawayiya damezrandina Encumenê axaft û ragihand ku Encumen şanazî bi wê yekê dike ku li yekem kombûna xwe da û bi serpereştiya Serok Barzanî li Washington hate ragihandin û paşê jî behsa derbarê pêkhata şandê kir û baalkişand li ser wê yekê ku şanda pêkhatî nûnerayetiya zêdetirê bîst û pênç kompanyayên Emerîkî dike ku li warên neft, gaz, çandin, uze(enerji), pîşesazî û veberhênanê de kar dikin û şand jî mezintirîn şanda bazirganiya Emerîkiye ku serdana Herêma Kurdistanê dike û bi mebesta serdana vê şandê jî ronahî kir ku ji bo aşnabûne li tevgera bazirganî, pîşesazî û veberhênana li Herêma Kurdistanê û ragihand ku pêwendiya di navbera Kurdistan û Emerîka pêwendiyekî taybete û Encumena Bazirganiya Emerîkî Kurdistanî bi çavekî girîng ve temaşa van pêwendiyan dike.
Serok Barzanî nêrîna xwe ya ji bo çawayiya avadankirin û danîna jêrxan û bingeheke xurt ji bo Herêma Kurdistanê xisterû û tekez jî li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê siyasetekî vekirî di derbarê veberhênanê de heye û Kurdistan Herêmekî dewlemende lê belê pêwîstî bi şarezayiya kompanyayên Emerîkayiye bo ku nexşerêyekî dirust ji bo Herêma Kurdistanê bingeheke xurt deyne û dûpat jî kir ku bi sedema wê helmeta binyadnanê avadankirina li Herêma Kurdistan ber bi çav dikevê û pêwîstî bi pêşxistina pêwendiyan dike û handana Encumenê jî da ku handana kompanyayên Emerîka bidin da ku veberhênanên zêdetir encam bidin. Bi taybetî ku li Kurdistanê da yasaya veberhênanê hêsankariyekî zêde pêşkêşî veberhênerên biyanî dike.