Bi beşdariya 850 kompanî ji 20 welatan pêşangeha Hewlêrê hat vekirin.
Pêşangeha navdewletî a Hewlêrê, bi amadebûna Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê û nûnerê Mesûd barzanî serokê herêma Kurdistanê, Sînan Çelebî nûnerê serokwezîrê Kurdistanê, Felah Mistefa berprisê têkeliyênderve yê hikûmeta Kurdistanê û Newzad Hadî waliyê Hewlêrê, hat vekirin û hijmareke gotaran hatin pêşkeş kirin.
Ebdula Ehmed serok pêşangeha navdewletî a Hewlêrê got:
- Ji sla 2005ê heta nuha ev 54emîn pêşangeha navdewletî ye li Hewlêrê di warên cuda de tê vekirin. Em xwe amade dikin ku, di sala bê de pêşangeheke tûrîzmê vekin, ew jî weke rêxweşkirin ku, Hewlêr bibe paytexta tûrîzmê.