• Sunday, 16 June 2024
logo

‘Barzanî tevlî kongreya BDPê nebû, lê dilê wî li wir bû’

Gulan Media October 16, 2012 Nûçe
‘Barzanî tevlî kongreya BDPê nebû, lê dilê wî li wir bû’
Serokê peywendiyên derve yê PDKê Kemal Kerkûkî diyar kir ku niha peywendiyên me yên ligel Tirkiyê di xalekî pir baş de ye û wê kurdên li Sûriyê jî wiha bin. Kerkûkî got: “Barzanî tevlî kongreya BDPê nebû, lê dilê wî li wir bû.”

Serokê parlamentoya Kurdistanê yê berê û serokê peywendiyên derve yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Kemal Kerkûkî wekî nûnerê serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tevlî duyemîn kongreya BDPê ya 14ê mehê hatî lidarxistin bû. Kerkûkî ji rojnameya Akşam a Tirkiyê re axivî.

Kemal Kerkûkî diyar kir ku hikûmeta AKPê heta niha hikûmeta herî bi cesarete û got: “Tekane partiya ku di warê çareseriya pirsa kurd de pêngavên erênî û rast avêtî ye. Berê hebûn û pirsa kurd dihat înkar kirin, bi Erdogan re ev realîte hat naskirin. Erdogan pêngavekî pir giring avêtiye, lê ji bo çareseriyê divê pêngav avêtin bidomin.”

Ger Erdogan pirsa kurd çareser bike wê bibe qehreman

Kerkûkî destnîşan kir ku ger Erdogan pirsa kurd çareser bike wê bibe qehreman û wiha pêdeçû: “Erdogan serokwezîrekî cesarete. Ger pirsa kurd çareser bike, difikirîn ku wê bibe qehreman. Pirsa kurd pirsekî siyasî, maf û hiqûqê ye. Dikare bi awayekî adîlane û dûrî şiddetê bê çareserkirin. Niha kurdan li Tirkiyê daxwazên mafdar ên wekî pirsa zimanê dayîkê hene. Em bawer dikin ku wê di nava demê de ev pirs jî bên çareserkirin. Divê ji niha û pêde hê bi plan û lihevkirî xebat bê kirin. Pêngava dest pê kirina ji înkarê pêngavekî giring e.”

Divê Tirkiyê berî her tiştî pirsgirêkên xwe çareser bike

Serokê parlamentoya Kurdistanê yê berê Kerkûkî bilêv kir ku Tirkiye welatekî mezin û wiha pêdeçû: “Lê divê pirsgirêkên siyasî yên li holê ciddî wergire. Ger xemsariyê bike, wê pirsgirêk mezin bibe. Di nava gel û rejîmên dîktator de şerekî ciddî heye. Ger Tirkiye bixwaze li herêmê rolekî giring bileyîze, divê berî her tiştî pirsgirêkên xwe ji holê rake. Divê dostaniya kurdan (li her çar parçeyan) bi tevayî qezenc bike. Tirkiye dikare hemû kurdan qezenc bike.”

Kerkûkî bilêv kir kurdên Iraqê ji bo Tirkiyê ne gefin û ragihand: “Kurdên Sûriyê jî ji bo Tirkiyê ne gef in. Li Sûriyê ti grûbekî kurd bi tena serê xwe pirsa kurd kontrol nake. Tenê kurd dikarin ji bo vê biryarê bidin. Em vê bawer dikin ku wê gelê Sûriyê vî şerî qezenc bike. Kurdên li Sûriyê jî wê bigihin mafê xwe. Kurd wê bi hilbijartinê nûnerên xwe hilbijêrin. Divê Tirkiye ji kurdan ne tirse. Tirkiye berî şerê 2003an ji me jî di tirsiya. Di gotin wê çi li kurdên Iraqê bê, li dij derdiketin. Niha têkiliyên me di xalekî pir baş de ne. Hem peywendiyên me yên siyasî û hem jî yên aborî di çarçoveyekî rêzdar de pêşdikevin. Niha gihane wê baweriyê ku kurdên li Iraqê ji bo wan ne gef in. Ji bo vê yekê wê kurdên li Sûriyê jî wisa bin.”

Divê Erdogan bikare bêje ‘Kurdistan’

Kemal Kerkûkî anî ziman ku divê Erdogan bikare bêje ‘Kurdistan’ û daxuyand: “Birêz Erdogan ji ber ku di kongreya AKPê de got ku birêz Serokê Herêma Bakurê Iraqê’ Barzanî, em bi niyetekî xirab temaşe nakin. Ji ber ku Erdogan gotiye ‘Kurd hene’ bi cesarete. Lê ji bo cesareta xwe bibe astekî hê jortir, em li bendê ne ku bêje Kurdistan jî. Em dizanin li Tirkiyê hinek neçariyên yasayî hene, lê divê ev jî bên derbas kirin. Iraq dewleteke û destûra wê ya bingehîn heye. Cihê ku jêre dibêjin, bakurê Iraqê, di vê destûrê de wekî Herêma Kurdistanê ya Federal tê bi nav kirin.

Kerkûkî got: “Ger Tirkiye bi awayekî aştiyan ligel gelê kurd pirsgirêkan çareser bike, wê bikeve di rewşekî stratejîk de û wê bibe dostê stratejîk ê li herêmê. Ger Tirkiyê pirsgirêkên xwe yên navxwe çareser kir, kesên li Tirkiyê gihiştin mafê xwe, wê Tirkiye wekî hêzekî stratejîk mezin bibe. Dilê Tirkiyê jî mezine. Kurdên li derveyî Tirkiyê çavdêriya wê yekê dikin ku wê Tirkiyê vê pirsê çawa çareser bike.”

Kurdên li Tirkiyê mafên xwe yên ji mirovatiyê tên, dixwaze. Em dixwazin

Kemal Kerkûkî ragihand ku BDP jî aştiyê dixwaze û got: “Birêz Barzanî tevlî kongreya BDPê nebû, lê dilê wî li kongreyê bû. Difikire ku pirsa kurd bi awayê aştiyane û diyalogê bê çareserkirin. Di kongreya BDPê dûbarekirina aştiyê hebû. Daxwaza rawestandina xwînê, prensîbekî miroviye... Divê parlamenterên BDPê yên kurd û hemû çînên civakê, arîkariya hikûmetê bikin. Me wekî PDKê, ‘Ji bo Iraqê demokrasî û ji bo Kurdistanê otonomî’ xwest. Hikûmeta Iraqê leşker şandin, xwest pêşmergeyan tune bike. Bi milyaran derfet, pere û organên medyayê yên hikûmetê hebûn. Lê niha li Iraqê sîstema federaliyê heye. Barzanî xirab nêzî kesê nabe. Kurdên li Tirkiyê mafên xwe yên ji mirovatiyê tên, dixwaze. Em dixwazin ev pirs dûrî şiddet û bi rêyên demokrasiyê bên çareserkirin.

Erdogan rolê Ocalan dît

Kemal Kerkûkî derbarê rêberê PKKê Abdullah Ocalan de jî got: “Serokwezîr bi gotina ‘Ger pêwîst bike emê bi Îmralî re baxivin’ di mijara mûxatabê de rolê Ocalan nas kir. Hêza Ocalan a li ser PKKê û rolê ji bo danîna çekan jî, tenê PKK dikare bersivê bide. Derbarê berdan û neberdana wî de, Komara Tirkiyê dikare bersivê bide. Dema me ligel hikûmeta Iraqê lihev kir, gelek kes di girtîgehê de bûn. Bi demê re hikûmetê endamên PDKê yên di girtîgehê de berda.”

Serokê parlamentoya Kurdistanê yê berê Kemal Kerkûkî di dawiya daxaftinên xwe de got: “Wê kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo çawa xwe bi rêve bibin an jî ji bo siberoja xwe, bi xwe biryarê bidin.”

Rudaw
Top