Li Çelê pevçûnên dijwar
Piştî ku artêşa Tirk di demjimêrên serê sibehê bi piştgiriya helîkopteran li bejahiya gundê Serêsêvê û Geliyê Tiyara yê ser bi navçeya Çelê operasyon da destpê kirin, di navbera leşkerên artêşa Tirk û gêrîlayên HPG’ê de pevçûnên dijwar rû dan.
Di dema pevçûnê de helîkopteran malên sivîlan yên li Geliyê Tiyarê gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de jinên bi navê Zekiya Çetînkaya (30) û Ezîza Çetîn (35) giran birîndar bûn. Ji jinên ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çelê Ezîza Çetîn û piştre sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê kirin di rê de jiyana xwe ji dest da.
Piştî ku xelkê Çelê bûyer bihîst esnafan derabeyên xwe anîn xwar, gelek kes ji bo agahiyê ji xizmên xwe yên li Geliyê Tiyarê bigirin derketin rê.
Li bejahiya gundê Serêsêvê û Geliyê Tiyarê cih cih pevçûn lê didomin, çavkaniyên herêmî dane diyarkirin ku, di pevçûnê de yek jê ustegmen herî kêm 5 leşker mirin. Agahiyên gelek leşkerên birîndar birine Çelê û Colemêrgê jî tên.ANF